KNK: Bila Newroza îsal bibe çeperê yekîtî û tifaqa navxweyî

KNK'ê cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir, "Bila Newroza vê salê ya 2020'ê bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezintir."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Newrozê peyamek weşand.

Di destpêka peyama KNK'ê de hate gotin, "Di dîroka xelk û neteweyan da hindek bûyer hene ku di encama xwe da dibine nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzm û her rengê bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê.

Di vê pêvajoya dirêj ya têkoşînê da xelkên bindest her destkevt ji bo xwe kirine qazancek û bi sembolekê kirine şahî. Newroz bi sembola agirî bûye ronahiya rêya rizgarî û azadiyê. Newroza ku xelkê Kurd bo xwe kiriye sembola têkoşîn û serketinê her wisa bi vê naveroka xwe ya şoreşgerî ve bûye cejna xelkên rojavaya Asyayê jî.

Serdestan herdaîm cejnên ku bi naverok û sembolên xwe ve bûyîne hawara xelk û çînên bindest qedexe kirine, qeyd û bend li ser danîne û yên ku ev cejn pîroz kirî jî, dijmin û xaîn îlan kirine."

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir:

"Dewleta Îranê digel ku Newrozê fermiyen pîroz dike, lê gava Kurd weke bîr û têgihiştina xwe pîroz dikir êriş dikir û qedexe dikir û îro jî ev polîtîka rejîma Îran ê berdewame. Rejima Beasa Seddam jî her bi eynî metodî reftar dikir û nedihêla ku xelkê Kurd bi dilê xwe vê cejna xwe pîroz bike. Rejima Beasa Esad jî her ev polîtîkaya dijminane didomand beramberî pîrozbahîyên Newrozê. Ji nav dewletên dagîrker ya herî zalim dewleta Tirkiyeyê bû beramberî Newrozê. Heta serê salên 2010'ê jî dewleta Tirkiyeyê parangaya li ser Newrozê bi israr didomand. Dewleta Tirkiyeyê Newroz wekî cejna xelkê Tirk ya ji Asyayanavîn qebûl dikir, lê rê nedida ku Kurd pîroz bikin. Ji ber ku Kurdan, Kurdistaniyan Newroz li gorî naveroka wê ya bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikirin. 

Îro xelkê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Xelkê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagirkeran çemandin ku îro êdî nikarîn pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li şehran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê de Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.

Agirê Newrozê îro gurtir e li Kurdistanê. Li başûr û rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tête pîroz kirin. Li rojhilat û bakura Kurdistanê jî herwekî çeper û sengera têkoşînê tête pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tête hilkirin.

Yêk ji xala giring ya naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar yên têkoşîna dijî dagirkeran da ev rûyê başî û qenciyê yê Newrozê divêt neyê bêxem kirin û zêdetir divêt bête pêşxistin ku dagirkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê da dubendiyê nebînin.

Weke hemî Cihanê, îsal em rewşeke aloz de Newrozê pêşwazî dikin. Eve demeke rojeva Cihanê ya sereke nexweşîya korona ye. Mixabin ev nexweşî li seranserê welatê me de jî bilav bûye. Em jî, hemî Cihan jî li hember vê nexweşiyê tedbîran digrin. Ji ber vê rewşê em îsal pîrozbahiyên Newrozê yên bi girseyî nakin. Lê disa jî em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedana Kawayê Hesinker û Kawayên hemdem pîroz bikin. 

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da agirê Newrozê divêt bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya xelk û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza vê salê ya 2020'ê bibe çeperê yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezintir."