KJK: Em xwedî li sekna akademîsyenan derkevin

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Tirkiye her roj hîn bêhtir ber bi rejîmeke totalîter a dijminê Kurd, Elewî û jinê ye, tê dehfdan.

KJK'ê, ji bo akademîsyenên banga aştiyê kirin û bûn hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, banga piştgiriyê kir.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Tirkiye her roj hîn bêhtir ber bi rejîmeke totalîter a dijminê Kurd, Elewî û jinê ye, tê dehfdan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava vê rejîmê de teslîmbûyîna li faşîzmê û bêdeng mayîn tê wateya; ji dest dayîna wijdan, vîn û rûmeta û perestina ji desthilatdariya AKP'ê re. Bi zext, lînc û polîtîkaya tirsandinê re tepisandina mûxalefet, mirov û saziyên xwedî wijdanê demokratîk, rêabza bingehîn a vê rejîmê ye. Rejîma AKP bi vê polîtîkaya xwe re bi mehan e li her qadê, teroreke mezin dimeşîne."

'QIRKIRIN Û ŞOVENÎZM'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "AKP, ji bo saziyeke medya ya teslîm negirtiye nehêle, ji bo cîhaneke zanistiyê ya nezan nekiriye nehêle, ji bo hêza kar a nekiriye mafya nehêle, ji bo têkiliyên civakî yên bê exlaq nekiriye nehêle, heta radeya dawî polîtîkaya kerîkirina her kesî meşandiye. Bi rêbazeke ku dişibe pêvajoya rûdan û pêşketina faşîzma Hîtler re, desthilatdariya AKP ne tenê dewletê, ji bo civakê jî bixe nava lepên xwe, bi awayekî bêperwa serî li her rê û rêbazê dide. Ji bo vê jî, bi taybetî jin hedef girtiye, di serî de xwendekarên li zanîngehan li dijî ciwanan êrîş û polîtîkayeke taybet xistiye meriyetê û bi hedefgirtina rewşenbîran re hin rewşenbîrên sexte afirandiye. Xwestiye ku malbatê bike keleha faşîzmê. Dewleta ku li Kurdistanê komkujî û qirkirina fîzîkî ya etnîkî dike, li Tirkiyeyê jî pêleke şovenîzmê ya faşîst daye destpêkirin."

'EM XWEDÎ LI VÊ SEKNÊ DERKEVIN, DESTEK BIDIN'

KJK'ê da xuyakirin, ku divê destek ji akademîsyenên mora xwe avêtine binê danezan "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" were dayîn û got, "Bi taybetî divê sekna azadiya jinê, bi çalakiyan re xwedî li vê sekna bi rûmet a akademîsyenan derkeve û berxwedana li hemberî faşîzmê bilind bike. Weke jinên Kurd em dixwazin bêjin ku heta dawiyê em destekê didin têkoşîna akademîsyenên rewşenbîr ên demokrat. Em bang li hemû rewşenbîr, nivîskar û demokratan dikin ku xwedî li vê seknê derkevin û destekê bidin. Em destûrê nedin faşîzma AKP'ê; em nehêlin ku gelên me ber bi siberojeke tarî ve bên dehfdan."