KJK: Divê xwedî li têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê bê derketin

KJK: Divê xwedî li têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê bê derketin

Koordînasyona KJK’ê der barê 500. hefteya çalakiya Dayikên Şemiyê de daxuyaniyek da û got: “Dayikên Şemiyê ku ji bo hesabê windayan bipirsin, kuştinên kiryar nediyar ronî bibin, dest ji edaletê bernedin di zivistan, berf, baran û zilmê de 19 salan li qada bûn. Çalakiya demokratîk a Dayikên Şemiyê bûye parçeyek  jiyana wan."

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di têkoşîna li hember dij-faşîzmê de çalakiyên mezin ên bûne sembol û hatine asta kevneşopiyê hene. KJK’ê da zanîn ku ev îrade û mîrateya berxwedana hevpar a gelan e û wiha berdewam kir: “Ev çalakiyên ku bi fedakariyeke mezin pêk tên rûmeta mirovahiyê temsîl dikin. Ji rejîma faşîzan a leşkerî ya 12’ê Îlonê heta niha, bi hezaran mirovên welatparêz-sosyalîst, demokrat-ronakbîr li kolanên tarî, li mahzenên îşkenceyê yên veşartî bi hovîtiyek mezin hatin qetilkirin. Ev qetilkirin hê didomin. Kuştinên kiryar nediyar ji aliyê gelê me ve kujerên wan her tim dihatin zanîn. Bi van qetilkirinên ku hedef dikin gelê me bi tirsê teslîm bigirin, bê îrade û bê berxwedan, bê parastin bihêle, tê xwestin ku desthilatdariya tarî ya faşîzmê ava bikin.

Xizmên kesên ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin qetilkirin, her hefte  çalakiya Dayikên Şemiyê pêk anîn û ev çalakî di dîroka têkoşîna demokratîk li hember dij-faşîzan bûye sembol."

Koordînasyona KJK’ê wiha berdewam kir: “Dayikên Şemiyê ji bo hesabê windayan bipirsin, ronî bikin û dest ji edaletê bernedin di zivistan, berf, baran û zilmê de 19 salan li qada bûn. Çalakiya Dayikên Şemiyê bû parçeyek ji jiyana wan. Li dijî hemû zilm û zextê xwedî li şehîdên demokrastiyê hat derketin û bîranînên wan zindî hatin hiştin.

Ev israr û berxwedana Dayikên Şemiyê ku vê hefteyê cara 500. e, li hemû cîhanê bandoreke mezin çêkiriye. Têkoşînên wisa bi wate di afirandina kevneşopiya têkoşîna aştî û demokrasiyê de roleke mezin lîstiye."

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku dayikên ji zarokên xwe re bûn rêheval, sekna mîlîtanî ya li qadan û zîndanan nîşan dan, taybetiya herî girîng a têkoşîn azadiya gelan îfade dike û wiha pêde çû: “Dayikên Şemiyê yên di şexsê Dayika Berfo xwe de temsîliyeta xwe dîtin, wijdan û rûmeta hemû gel û dayikên me ne. Ev meşa zor û zehmet a dayikên me ji bo me gelek bi wate û nirx e. Em dizanin bedena we ji ber barê dijmin, ji ber êşan riziya. Ruhê wan hat tengkirin. Di dilê we de birîn vebûn. Dilê we û kezabe şewitî. Lê tevî her tiştî,  tevî hemû êrîş û zextên dewletê we bi têkoşîn û çalakiya xwe berdewam kir. We barê edalet, wekhevî, biratî, demokrasî û azadiyê li ser wan milên xwe yên bi qimet hilda. We bi îdîa û biryarek mezin ev rakir. Li ser vî esasî  em 500. çalakiya Dayikên Şemiyê silav dikin."

KJK'ê banga piştgiriya ji bo têkoşîna Dayikên Şemiyê, parastina destketî û nirxên aştî û demokrasiyê kir.