KJAR: Berxwedana Kobanê berxwedana Kurdistan e
KJAR: Berxwedana Kobanê berxwedana Kurdistan e
KJAR: Berxwedana Kobanê berxwedana Kurdistan e
Komelgeha Jinen Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya Cejna Qurbanê ku peyamek weşand diyar kir berxwedana Kobanê ne tenê berxwedana kantonekê ye ji bo pêşeroja tevayî Kurdistan û dîrok dubare nebe tê kirin. KJAR cejna gelê Kurd pîroz kir.
Koordînasyona Komelgeha Jinen Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya Cejna Qurbanê ku peyamek weşand got, “Em Cejna Qurbanê di serî de li Rêber Apo, gelê Kurd û tevayî Gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.” KJAR diyar kir di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û gelê Kurd li hember êrîş û komkujiyên gelê Kurd cejnê di nav berxwedanê de pîroz dike.
JIN DI ENIYÊN PÊŞ DE ŞER DIKIN
KJAR got ku berxwedana Kobanê ne tenê berxwedana kantonekê ye û ev xisûs destnîşan kir, “Ji bo pêşeroja Kurdistan û dîrok dubare nebe tê kirin. Li ber çavên hemû cihanê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ û hevkarên wê gelê Kurd ê welatparêz axa xwe diparêze. Îro jina Kurd xwedî li kevneşopiya berxwedêr a jina Kurd derdikeve û li hember çeteyên DAIŞ di çeperên pêş de şer dike.”
KJAR di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku gelek ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê di vî şerî de bi milîtanî cih digirin û hêz dane berxwedanê. Û wiha bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir: “Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê divê bi hemû hêza xwe di berxwedana li Rojava bilind dibe cih bigire û destketiyên Kurdan ava kirine biparêze. Em di vê Cejna Qurbanê de bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin hê zêdetir tevlî seferbertiyê bibin û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bînin cih. Eger em wek Kurd îro wezîfeyên xwe neynin cih wê dîrok hesab ji me bixwaze. Ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê û gelê me divê biherike vê berxwedanê û têde cih bigire."
Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Em wek KJAR cejna tevayî gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin, em destnîşan dikin ku wek jinên Rojhilatê Kurdistanê em ê têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê hê bilindtir bikin.”