KJAR: Bêrîtan ji bo jina Kurd xeteke nû ava kir
KJAR: Bêrîtan ji bo jina Kurd xeteke nû ava kir
KJAR: Bêrîtan ji bo jina Kurd xeteke nû ava kir
Koordînasyona KJAR, bi wesîleya 23. salvegera şehadeta Bêrîtan Gulnaz Karataş daxuyaniyek weşand û got ku bi şehadeta Bêrîtan re lehengiya jina Kurd careke din derketiya nava rûpelên dîrokê. Şehadeta Bêrîtan ji bo jina Kurd xeteke nû daye avakirin,
Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya 23. salvegera şehadeta Bêrîtan Gulnaz Karataş daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJAR di daxuyaniya xwe de Bêrîtan bi bîr anî û got, “Em di serî de salvegera şehadeta hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr tînin û bejna xwe li ber wê ditewînin.”
KJAR diyar kir ku Bêrîtan di salên 1992’yan de li hemberî xiyanetê şerekî bêhempa daye meşandin û wiha got, “Bi ti awayî şêwazê jiyana kole û bê vîn nepejirandiye û li hemberî vê têkoşîneke mezin raber kiriye. Şehîd Bêrîtan weke Besêyan, Zarîfeyan pergala desthilatdarî, metingerî, hişmendiya zilamsalar û jiyaneke ne azad nepejirandiye.”
Daxuyanî wiha didome:
“Şehîd Bêrîtan weke jinên Kurd serê xwe li ber dijminê zalim netewandiye, li dewsa jiyaneke kole wê, jiyaneke azad hilbijartiye. Ji bo teslîmî kesên xiyanetkar nebe xwe di zinarên berz de diavêje. Beriya xwe ji zinar biavêje kesekî xiyanetkar dibêje were radestî me bibe, lê şehîd Bêrîtan vê napejirîne û xwe ji zinaran da diavêje. Kesayeta şehîd Bêrîtan kesayeta jina azad a Kurd e. Bi şehadeta Bêrîtan re lehengiya jina Kurd careke din derketiye nava rûpelên dîrokê. Şehadeta Bêrîtan ji bo jina Kurd xeteke nû daye avakirin, şehadeta şehîd Bêrîtan artêşa jin ava kiriye. Şehadeta Bêrîtan li ser çar parrçeyên Kurdistan bandor daye çêkirin. Jiber wê jî niha keçên Kurd pêl bi pêl diherikin nava artêşa jinê. Şehadeta heval Bêrîtan daye diyarkirin ku jina Kurd wê ti caran xiyanetê nepejrîne û berê wê her dem li azadiyê be. Xeta şehîd Bêrîtan ji bo jina Kurd bûye sembola azadiya jinê. Li Rojhilatê Kurdistanê hevala me Zîlan Pepûle çanda berxwedanê, telîmiyet nepjirandinê di kesayeta xwe de û di têkoşîna xwe de careke din selmandiye. Ev jî şêwazê berxwedana şehîd Bêrîtan e. Şîrîn Elemhulî di zîndana rejîma Îranê de teslîmiyet qebûl nekiriye çanda berxwedan, têkoşîna bêhempa diyar kiriye.
Me weke jinên Rojhilatê Kurdistanê çanda berxwedanê, ne teslîmbûnê ji jina leheng Bêrîtan dewr girtiye. Ev şêwazê berxwedanê bûye rêgeza jiyana azad a gelan. Îro li çar beşên Kurdistanê jina Kurd pêşengtiyê bo hemû jina dike. Îro li Kobanê di kesayeta şehîd Arîn de jina Kurd li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dide meşandin. Îro DAIŞ dixwaze ku destkeftiyê jina Kurd bi berdêlên mezin bidest xistiye ji dest bigire lê, jina Kurd careke tama azadiyê kiriye û qet vê bidest kesê ve bernade. Di van rojên dîrokî de keça leheng Arîn Mîrxan careke din serê me jinan û bi taybet jî jina Kurd rakir ezmanan û em bi rûmet kirin. Îro bi hezaran Bêrîtan, Zîlan, Ronahî û Viyan û Arîn çêbûne. Em weke KJAR li ser xeta şehîd Bêrîtan û Bêrîtanan têkoşîna xwe didin meşandin û şopdarên şehîdên xwe ne. Em ê tekoşîna xwe bigihînin lûtkeya azadiyê."