KJA: Di 8-9'ê Îlonê de em li Cizîrê bicivin

KJA'yê bang li her kesî kir ku di 8-9'ê Îlonê de li Cizîrê bicivin.

Kongreya Jinê ya Azad (KJA) der barê çalakiya "Dengê Cizîrê Bibihîze" ya Meclîsa Azadiya Jinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev 3 roj in li Cizîrê înternet nîne, xetên telefonê qut bûne, operatorên telefonên destan naxebitin. Wekîl û çapemenî jî di nav de destûr ji kesî re nayê dayîn ku bikevin nava bajêr. Ji bajer agahî nayê girtin. Mirovên di pevçûnan de birîndar bûne, nikarin ji bo nexweşxaneyan werin rakirin. Nayê zanîn ku di pevçûnan de heta niha çend kesan jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne."

BANGA LI ROJNAMEVAN, PERSONELÊN TENDURISTIYÊ, HIQÛQNAS Û GEL

KJA'yê bang li raya giştî kir û got, "Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku li heqîqeta li Cizîrê ji her kesî tê veşartin bipirse; bang li çapemeniyê dikin ku bi nûçegihaniya bi berpirsyarî û bi weşanên zindî agahiyên rast ragihîne; bang li doktor û personelên tenduristiyê dikin ku xwedî li jiyana mirovên nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan derkevi; bang li hiqûqnas û akademîsyenan dikin ku vê komkujiyê bibînin û helwestê nîşan bidin; bang li hunermendan dikin ku vê komkujiyê bibînin, bibihîzin û bilêv bikin, bang li jinan û her kesî dikin ku xwedî li Cizîrê, jiyan û aştiyê derkevin."

KJA'yê bang li her kesî kir ku di 8-9'ê Îlonê de li Cizîrê bin û got, "Em nîşan bidin ku gelê Cizîrê ne bi tenê ye."

LI BER AVAHIYA KCD'Ê WÊ KOM BIBIN

Mirovên ji Amedê dixwazin biçin Cizîrê wê sibe saet di 09:00 de li ber avahiya KCD'ê bicive. Ji mirovên dixwazin beşdarî çalakiyê bibin hat xwestin, ku heta saet 17:00 ê îro ji nûmaraya telefonê ya '0530 240 42 57' bê ragihandin.