Kişandina fîlmê "33 gule" li astengiya leşkeran rast hat

Kişandina fîlmê "33 gule" li astengiya leşkeran rast hat

Kişandina fîlmê li ser kuştina 33 welatiyên kurd ên ji aliyê Orgeneral Mustafa Muglali ve li Geliyê Sefo yê navçeya Qelqeliyê ya Wanê, ji aliyê leşkeran ve bi hinceta herêm "qedexe" ye hat astengkirin.

Bûyer di helbesta Helbestvan Ahmed Arîf ve jî hatibû vegotin. Bûyer bi gotinên dezgirtiya Mîrza yê ku nû ji leşkeriyê hat û hate qetilkirin Asya ya wê demê 16 salî bi navê "33 Gule" ji sînameyê re tê ragihandin.

Derhênerê fîlm Mehemed Bîlmez, diyar kir ku leşkeran destûr nedan sahneyên komkujiyê li Geliyê Sefo bikşînin û kişandina fîlm ji aliyê leşkaran ve hatin qedexekirin. 
Bilmez, anî ziman ku ji bo derbarê komkujiyê de agahiyan bigirin gelek kedek mezin didin û wiha got: "Me ji bo vê senaryoyê 2 salan ked da. Ji bo em li Geliyê Sefo li cihê komkujiyê sahneya fîlm a herî girîng bikşînin me destûr xwest. Lê leşkeran got ew destûrê nadin û ji komkujiyê heta niha bi tu awayî tu kes neketiye wê qadê. Ligel hemû hewildanên me yên îknayê destûr nedan. Ji me re gotin, 'Heke hûn bêdestûr bikevin wir em dê payeya xwe ya kuştinê bikarbînin' Me bi gelek saziyên welatparêz re hevdîtin kir lê hêj tu encamekî zelal me negirtiye. Heke li cihê bûyerê sahne neyê kêşandin tu wateya fîlîm namîne. Li gorî me ji rastî derbikevin holê ditirsin. Di be ku hêj hestiyên kesên hatin kuştin li wir bin."

BÛYERA 33 GULE

Serokomarê wê demê Îsmet Înonu Orgeneral Mustafa Muglali şand Wanê û leşkerên di bin fermana wî de di 30'ê tîrmeha 1943'an de li gundê Koçkirina Jor a navçeya Qelqeliyê ya Wanê 33 welatî li Geliyê Sefo gulebaran kirin û kuştin.