BI DÎMEN

Kişanak: Em ê li her cihî li dijî zilmê li ber xwe bidin

Li bajarê Elmanya Kolnê, ji bo piştgiriya qenala televîzyonê TV 10 şevek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Kolnê, ji bo piştgiriya qenala televîzyonê TV 10 şevek hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevserokê FEDA'yê Erdogan Yalgin, Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr, Hevseroka Hewldana Mereşê Elîf Sonzamanci û endma Meclîsa Şaredariya Kolnê ji Partiya Çep Hamîde Akbayir tevlî şevê bûn û axivîn.

Di saloya Saal 2000 a li Bergîsch Gladbachê de bi qasî hezar kes amade bûn. Şev bi piştgiriya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê, Komeleya Koçgiriyan û Rojnameya Atilimê pêk hat.

Axaftina vekirinê ya şevê ji aliyê rojnamevan-nivîskar û Hevserokê FEDA'yê Erdogan Yalgin ve hat kirin. Yalgin bibîr xist, ku timî zext li televîzyonên Kurd tê kirin û da zanîn, di dema MED TV de jî bi şandina sînyalan ji satalaytê re timî dest li weşanê hat werdan. Yalgin da xuyakirin, ku tevî zor û zehmetiyan jî televîzyonên Kurd ji rêya xwe venegeriyan, hîn bêhtir mezin bûn û got, "Ji gelên kevnare yên Mezopotamyayê Kurd, Elewî, Ermenî û Asûrî-Suryanî timî zext dîtin. Bi taybetî di nava 13 salên desthilatdariya AKP'ê de di asta pelçiqandinê de zext li gelan tê kirin."

Piştî axaftina Yalgin Hevseroka Hewldana Mereşê Elîf Sonzamanci mafê axaftinê wergirt û da xuyakirin, ku kampên AFAD'ê cihê rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ'ê ye. Sonzamanci got, "Malbatên endamên DAIŞ'ê li wan kampan hatin bicihkirin. Me dît ku li ser milîtanekî DAIŞ'ê qerta AFAD'ê derket holê. Me dît ku şîdet li jinê tê kirin. Ev hemû di çapemeniyê de hatin weşandin. Destûr nehat dayîn ku parlamenterek bikeve nava kampa AFAD'ê. Û em nizanin li wir çi diqewimin." Sonzamanci nerazîbûneke tund nîşanî AKP'ê da ku dixwaze li herêmeke Kurdên Elewî lê dijîn kampeke bi vî rengî were çêkirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî bi silavkirina gelê Kurd ê li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê li dijî faşîzmê li ber xwe daye dest bi axaftina xwe kir. 

Kişanak işaret bi zor û zehmetiya pêvajoyê kir û got, "Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Li Rojhilata Navîn hemû gelên mezlûm li dijî çeteyê paşverû, faşîst, nîjadperest û terorîst û li hemberî hêzên piştgiriyê didin van çeteyan bi xurtî li ber xwe didin. Şoreşa Rojava hêvî da me hemûyan ku em bi çavekî bi hêvî li siberojê binêrin. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye, şoreşa gelan e. Şoreşeke ku hêviya jiyana bi hev re ya Kurd, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Ereb; Elewî, Sûnî nîşan daye. Lê mixabin hînê jî terorîstên ji têkoşîna avakirina siberojeke demokratîk û bi hev re ya gelan ders dernexistine; hem li Ewropa, hem li Rojhilata Navîn, hem li Tirkiyeyê, hem jî li Kurdistanê destekê didin DAIŞ'ê û El Nûsra bi vî rengî hewl didin tirsê bixin dilê gelan. Ya ku li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever û Silopiyayê hat kirin û ya dixwazin li gundê Terolarê bikin, encama heman zîhniyetê ye. Operasyona guhertina nasnameyê ye. Operasyona dûrxistina ji cih û waran e. Operasyona guhertina rêbaza jiyanê û çanda mirovan e. Zîhniyeteke tekparêz, mêtînger û faşîzan e ku dibêje 'ya tuyê serî li ber min bitewîne, yan jî vê diyarê biterikîne'. Em li hemberî vê li ber xwe didin. Li her deverê me li ber xwe didin. Me ev zîhniyetê faşîzan, otorîter, dîktator û zîhniyeta ku welat li gelan qedexe dike, qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Em ê bi hev re berxwedana xwe bidomînin."

Kişanak da xuyakirin, ku di dema nêz de koçberiya herî zêde bi serê Elewiyan de hatiye û got, "Ji ber polîtîkayên civakî û aborî neçarî koçberiyê hatin kirin. Ev jî têrê nekir, rabûn komkujî jî kirin. Li Mereş, Sêwas û Gaziyê komkujî kirin. Elewî gireya herî mezin a gel e ku ji cih û warên xwe hatine kirin." 

Piştî axaftina Kişanak beşdarên şevê dirûşma "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" qîriyan.

Metîn Oztem, Firat Îmîrza, Hasan Alî, Zeynep Enhas û Şengl Pak jî di şevê de derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

...