Kişanak: Em dizanin hundirê vê pakêtê valaye

Kişanak: Em dizanin hundirê vê pakêtê valaye

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak a di "Mîhrîcana Fiqtek û hatinagelhev a bi Xwezayê re ya Sêrtê" de axivî û diyar kir ku "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya ji aliyê hikûmete ve hatiye amadekirin vala ye û wiha got: "Tişta ku ji vê pakêtê derkeve kundir e."

Ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve ku Mîhrîcana Fiqtek û hatinagelhev a bi Xwezayê re ya Sêrtê bi dirûşmaya "Ji bo çareseriya demokratîk çand di xwezaya Botanê de tên gelhevdu" di roja xwe ya yekemîn de bi coş derbas bû. Şevê din bi resepsiyona li qada îtfaiyeyê ya Kizlar Tepesî ku mihrîcanê destpê kir li qada li pêşberî Zanîngeha Sêrtê bi konserekê berdewam kir. Di konserê de stranên kurdî, erebî û tirkî hatin gotin, alên PKK'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Bênavber dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî yekîtiya kurdan" ,"Em li cem gelê Rojava ne", "Bijî YPG" hatin berzkirin. Ligel bi hezaran hemwelatiyan Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarên navçeyan û nûnerên saziyên civaka sivîl jî beşdarî konserê bûn. Di konserê de Serokê Rêxistina BDP'ê Mehmet Ata Înan ku axaftinek kir bal kişand ser berxwedana gel a li Rojava û wiha got, "Îro gelê Rojava berxwedaneke bi rûmet pêş dixe. Lê belê El Nusra û El Qaîde bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşî Rojava dikin. Em ê timî li gelê xwe xwedî derkevin."

Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî got ku Serokwezîr di her axaftina xwe de behsa "Yek ziman" dike, li Sêrtê bi çar zimanan stran tên gotin û ev jî dewlemendiyeke. Sadak di dewama axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e her kes bi zimanê xwe yê dayikê di serî de perwerdeyê bibîne, li her qadê bi awayekî azad bi kar bîne û ji bo wê rê bên vekirin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî got ku ji bo tevayî gelên li ser vê xakê azad bibin, Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin, lê belê hikûmetê ya dikeve ser milê xwe pêk nayîne.

'HUNDIRÊ PAKÊTÊ VALA YE'

Kişanak di axaftina xwe de bal kişand ser "Pakêta demokratîkbûyînê" ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye amade kirin û wiha got, "Ji ber ku hundirê pakêtê vala ye ew jî timî taloq dikin. Em wek gelê kurd dizanin hundirê pakêtê vala ye. Tişta ku ji vê pakêtê derkeve kundir e." Kişanak di dewama axaftina xwe de ev xusûs diyar kir, "Birêz Ocalan got, 'Ev şansê dawî yê min daye hikûmetê. Eger hikûmet wezîfeya xwe bi cih neyîne, ez ê hikûmetê teslîmî gelê kurd bikim.' Wê gelê kurd bi awayekî bi layiq wezîfeya xwe bi cih bîne.

'ÇEKAN DIDIN ÇETEYAN'

Kişanak der barê êrîşên çeteyan de jî wiha axivî: "Îro ji Waliyê Hatayê re giştînameyek hatiye. Têde tê nivîsandin ku pêwîst e çeteyên ji Çeçenistan û deverên din tên li otelan bên bicihkirin û alîkarî bê dayîn. Ev zîhniyet çekan dide çeteyan û dişînin ser gelê Rojava. Lê torbeyek ard jî nade gelê xwe."

Piştî axaftinan konser bi stranên hunermend Nevzat Turan (Çahhor), Argeş û Berfîn, Koma Naweyebn Ro, Farqîn û Niyazî Koyuncu berdewam kir.