Kişanak: Di şexsê Ocalan de dê gelê Kurd û Tirkiyeyê bi ser bikeve
Kişanak: Di şexsê Ocalan de dê gelê Kurd û Tirkiyeyê bi ser bikeve
Kişanak: Di şexsê Ocalan de dê gelê Kurd û Tirkiyeyê bi ser bikeve
Li Sêrtê bi tevlêbûna nêzî 50 hezar kesan Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Sêrtê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd û Tirkiyeyê bi ser bikeve. Li Bazîdê jî Nêzî 30 hezar kesan ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî xwest. Li Çermûk, Semsûr, Turgutlu û Soke jî Newroz bi tevlêbûna hezaran kesan hat pîrozkirin. Li Pîran û Zanîngeha Artukluyê jî Newroz bi girseyî hat pîrozkirin.
SÊRT
Li Sêrtê Newroz bi tevlêbûna 50 hezar kesan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de 50 hezar kesan Azadiya Ocalan xwest. Li Sêrtê serê sibê bi hezaran kes ber bi Qada Newrozê ya li ber riya Dihê ve dest bi herînê kir. Welatî piştî li 3 nokteyan rastî lêgerînê hatin ketin qadê. Li dora qadê di nav de tîmên taybet jî hene gelek poîlsan bi wesayîtên zirxî tedbîr girtin. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û li ser dikê pankratên “Berxwadana Rojava slav dikin”, “Em dê bi agirê Newrozê pêşkiya aştiyê vebikin", "Bila operasyon rawestin û pêşiya aştiyê vebikin" û "Têkoşîna gelan a azadî û biratiyê dê qezenc bikin" hatin daliqandin û slogana “Bijî Serok Apo” hate bilind kirin.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bi komekî qelebalik li taxên Bariş û Conkbayir tevlî meşê bû û heta qata Newozê meşiyan. Li qada Newrozê pankarta mezin a "Çareseriya Demokratîk, Ji Ocalan re azadî" vekirin. Bi 10 hezaran daxwazên xwe yên çareseriyê li ser pankatê nivîsandin. Mîtîngê piştî girse meşiya û hat qata Newrozê dest pê kir. Newrozê bi rêzgirtinê û pêxistina agir dest pêkir û piştre bi silogana "Şehîd namirin" kevokên sipî yên aştiyê firatin hewa. Ciwanan li qada Newrozê Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û alên Konfederalizmê û PKK'ê vekirin. Şaredar Selîm Sadak axaftinek kir û piştre koma NÇM'ê ya Sêrtê dertek ser dikê.
Piştî koma Muzîke Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Newroz pîroz kir û li ser wate û girîngiya Newrozê axivî û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk pêvajoyek nû daye destpêkirin. Kurdan, jinan û ciwanan bi têkoşînê mafê xwe bi dest xist. Dê sibê Birêz Ocalan li Amedê bi peyama dîrokî banga dîrokî bike. Dê çavê hemû cîhanê li ser vê yekê be. Dê sibê di Newroza Amedê de Birêz Ocalan banga dîrokî bike. Dê nexşerêya çareseriya demokratîk pêşkêş bike. Birêz Ocalan dê Rêbertiya xwe ji hemû gelê cîhanê re nîşan bide. Di şexsê Ocalan de dê gelê Kurd û Tirkiyeyê bi ser bikeve. Axaftina Kişanak bê navber si silogana "Bijî Serok Apo" hat qutkirin. Kişanak, anî ziman ku dengê gelê Kurd êdî gihiştiye Enqere û Îmraliyê.
Piştî axaftina Kişanak mîtînga Newrozê bi stranên Ferhat Tunç û Zelal Gokçe bi dawî bû.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê jî bi heman şîare pirozbahî bi coşek mezin dest pê kir. Ji serê sibê de bi hezaran kes herikî qada Newrozê û bi 10 hezaran kes li qada Newrozê kom bûn. Welatiyên li tax û gundan kom bûn û berê xwe dan qada Newrozê bi cil û bergên xwe yên herêma Agiriyê qada Newrozê xemilandin. Li qadê zarok reng û xemilên kesk, sor û zer difiroşin û qad bi nepoxên kesk, sor û zer hat xemilandin. Kurdên ji Îranê hatin jî eleqeyek mezin nîşanî Newrozê didin. Parlamenter, rêveber û endamên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakê jî di navde nêzî 30 hezar kes li qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Balkêş bû polîsan li zarokên ku hatin qada Newrozê şekir belav kirin. Li qada Newrozê pankarta mezin a "Ji Ocalan re azadî, ji kurdanre statu" û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên 3 jinên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin ên mezin li qadê vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" qîr kirin.
Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: "Newroz ji bo kurdan remza hebûn û berxwedanê ye. Em Newroza 2013'an diyarî Birêz Ocalan dikin. Ji bo vê yekê Newroz îsal wateya wê gelek mezine. Newroz diyarî Birêz Ocalan ku bi milyonan kurdan wekî Rêberê xwe qebûl kiriye hatiye kirin. Piştî axaftinan agirê newrozê hat pêşistin Hunermend Ergin Xelikan û Berivan Arî konser dan Pîrozbahî bi konser û govendê bi dawî bû.
ÇÊRMÛK
Li navçeya Çermûkê ya Amedê jî bi heman silogan, şîar, dowîz, pankart û daxwazan bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz yekem car hat pîrozkirin. Newroz li ser Rêya Sêwerekê bicoş û tevlêbûnek xurt hat pîrozkirin. Girsê bi silogan û pankartên xwe azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest. Pîrozbahî bi muzikê bi dawî bû.
SEMSÛR
Li Semsûrê jî li Duryana Mahmut Grubuzcan a li taxa Yeniyê Newrozê tê pîrozkirin. Welatî ber bi qadê ve diherikin û piştî lêgerînan welatî herikin qadê. Li ser dikê pankaratên "Bi rizgariya demokratîk jiyana azaad" û "Bi Ocalan re muzaker çareseriya demokratîk" hatin daliqandin. Bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parlamenterê BDP'ê Demir Çelik, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde hezaran kesan bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Li vir jî heman silogan pankart û dowîz hatin vekirin.
Pîrozbahniya Newrozê piştî afaftina Demîr Çelîk bi muzîk û govendê bi dawî bû.
TURGUTLU
Li navçeya Turgutlu li taxa Ataturkê jî bi tevlêbûna Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, endam û rêveberên BDP'ê ji aliyê hezaran kesan ve hat pîrozkirin. Li vir jî heman pankart u dowîz hatin vekirin. Li vir jî piştî axaftinan govend hat gerandin û stran hatin gotin.
SOKE
Li Bajaroka Savucu ya navçeya Soke ya Aydinê jî bi hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qîr kir. Li vir jî heman dowîz, pankart û al hatin vekiin. Li vir jî piştî axaftinan govend hat gerandin û stran hatin gotin.
Li zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê û Zanîngeha Dîcleyê jî xwendearan li baxçeyê Rektoriyê Artuklu û Fakulteya Ziya Gokalpê Newroz pîroz sir. Li vir jî heman dîmen, pankart û dowîz hatin vekirin û heman silogan hatin bilind kirin.