Kişanak bi Serokê Konseya Ewrûpayê Van Rompuy re hevdîtin kir
Kişanak bi Serokê Konseya Ewrûpayê Van Rompuy re hevdîtin kir
Kişanak bi Serokê Konseya Ewrûpayê Van Rompuy re hevdîtin kir
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, bi serokê Konseya Ewrûpayê Herman Van Rompuy re li Sefaretxaneya Delegasyona Tirkiyê ya Yekitiya Ewrûpayê, hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs balûken, endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê û Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu û endamên delegasyona Yekitiya Ewrûpayê amade bûn.
Heyeta BDP'ê di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewrûpayê û destnîşan kir, ku ev yek ji bo demokratîkbûyîn û bicihkirina pîvanên huqûqa gerdûnî ya li Tirkiyê, gelekî girîng e.
Di hevdîtinê de pirsgirêka Kurd hat nirxandin û heyeta BDP'ê da xuyakirin ku ew weke partî, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd çi ji destê wan tê dikin. Di hevdîtinê de, girîngiya mayîndebûna pêvajoya çareseriyê hat destnîşankirin.
Heyeta BDP'ê ji Yekitiya Ewrûpayê xwest, ku di vî warî de cesaretê bide Tirkiyê, teşwîk bike û ezmûnên xwe parve bike.
Di hevdîtinê rewşa Sûriyê jî bi dorfirehî hat nirxandin. Heyetan, fikarên xwe yên ji ber dijwarbûna şer û wendahiyên giran anîn ziman û hat destnîşankirin, ku divê lez ji xebatên jinûve avakirina Sûriyê re bê dayîn.
Serokê Konseya Yekitiya Ewrûpayê Herman van Rompuy ê Belçîqî jî da xuyakirn ku ew piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê ya destpê kiriye û got, "Em hêvî dikin ku Tirkiye di warê reformên demokratîk û bicihanîna pîvanên Yekitiya Ewrûpayê de hîn bêtir bi pêş bikeve. Ji bo vê jî emê alîkariya xwe dewam bikin."