Kişanak: AKP xwe ji derveyê pêvajoyê bigire jî dê ev pêvajo bidome
Kişanak: AKP xwe ji derveyê pêvajoyê bigire jî dê ev pêvajo bidome
Kişanak: AKP xwe ji derveyê pêvajoyê bigire jî dê ev pêvajo bidome
Hevseroka giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak diyar kir ku tu girîngiya ku AKP xwe ji derveyê pêvajoya aştiyê dibîne nîne û wiha got: “Bi van polîtîkayan hun dikarin xwe ji derveyê pêvajoyê bigirin. Lê ev pêvajo ligel vê dê bidome. Dibe ku careke din li ser wê koltixê tuenbin, hun nebin serokwezîr, koltixa serokomariyê ya ku hun zêde hewe dikin nekeve destê we. Lê kurdî dê heta û heta bidome.
Kişanak di yekemîn Kongreya HDK’ê de axivî û got komkujiya li Misirê û şerê li Sûriyeyê êdî bûye ji rêzê û got: “Ev polîtîka li navendên diyar tên meşandin. Bi taybet erdnîgariya ku musliman lê dijîn ketiye kaosê. Paşerojek ku divê her kes bifikire ku çawa hatine vê rewşê û di ku derê de şaşî kirine, li pey me heye.
RIYA SÊYEMÎN
Kişank wiha got: “Ne tenê îmhaya li Kurdistan û Kurdên Rojava hatiye fezkirin, hemû Sûriye digirî. Divê em vê baş bibînin. Di hawireke wisa de HDP derketine zaruriye. Di esasa xwe de pêwistiya hewcedariyeke sêyemîn nîşanê me dide. Şerê hinekan li ser mazluman bûye komkujî. Gelên Rojhilata Navîn yên vê red dikin ji bo qedera xwe tayîn bikin hewcedarî bi rêya sêyemîn heye.
Kişanak got gelên Rojhilata Navîn tên hebakirin û gelên Rojhilata Navîn yên wekê ereb, kurd û tirk dê êdî li ser axa xwe şûrê kesekî din ranekin û got: “Ji bo pêşeroja xwe divê em bên cem hev û tercîha xwe ya pêşerojê bikin.
HDP NÛNERÊ PARADÎGMAYEKE NÛ YE
Kişanak anî ziman ku kongreya îro ya HDK’ê wek kongreya amadekarî hilbijartin û prosedura qanûnî temam bike dê bê aşkera kirin û wiha got: “Lê li gorî tiştên tên jiyîn girîngtire. Ev kongreya avakirina pêşerojeke demokratîk e. Divê em bi hişmendiya pradîgmayeke ku ji bo rizgariya pêşeroja herêmî ya Rojhiata Navîn divê bixeibtin. Ev hema ne partiyeke. Ne tenê hilbijartine, nûnerê paradîgmayeke nû ye. Em wek BDP dê bi hemû hêza xwe seferber bikin.
Di esasa vê paradîgmayê de pêvajoyeke ku divê bimeşe heye û ev pradîgma divê di pêvajoya hilbijartinê de divê hêza xwe ya temsiliyetê derxe holê û hêviya gelan mezin bike. HDK ji ku hamleyên bi hêz bike divê şert û mercan amade bike, divê stratejiyên hilbijartinê û taktîkan derxe holê. Em bi hesabên biçûk yên wekê bila partiya me hebe ava nakin. Em hilbijartinan û partiyên siyasî ji bo îradeya gel derxîne holê dibînin. Şovenîzma me ya partî û rêxistinê nîne. Partî amûrin.”
BERSIV DA ERDOGAN
Kişanak diyar kir ku fikar û hêviyên hêzên demokrasiyê hene û got: “Divê em hêviyên xwe ji dewletê re nehêlin. Divê em hêviyên xwe mezin bikin. Em îtîfaqa civakî girîng dibînin. Em bi vê hêzê dikarin xwe bibin pêşerojê.”
Kişanak balkişand ser gotinên Erdogan yên der barê perwerdehiya ziman ên wekê ‘ziman welat parçe diek’ û got: “Gotina me ji bo serokwezî û hikûmetê heye. Me nêzîkatiyên Erdogan yên wekê perwerdeya ziman nabe, xebatên derbarê efuyê de nîne, benda hilbijartinê nayê rakirin, dîtin. Hun bi van polîtîkayan dikarin xwe ji derveyê pêvajoyê bibînin. Lê ev pêvajo dê bidome. Dibe ku careke din li ser wê koltixê tuenbin, hun nebin serokwezîr, koltixa serokomariyê ya ku hun zêde hewe dikin nekeve destê we. Lê kurdî dê heta û heta bidome. Ji bo em vî mafê xwe bikarbînin, em ji tu kesî desturê nadigirin. Em bi gelan re dê aştiyê zêde bikin û hewcedariya me bi AKP’ê nîne.”
Axaftina Kişanak bi dirûşmeya ‘Bijî biratiya gelan’bi dawî bû.