Kişanak: 60 girtî li ber sînorê mirinê ne

Kişanak: 60 girtî li ber sînorê mirinê ne

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku li girtîgehan 60 girtiyên nexweş li ber sînorê mirinê ne û wiha got: "Ligel dosyayên wan hene bi israr serbest nayên berdan. Hêvî dikim ku dê ev xemsarî bi dawî bibe."
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di civîna koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser geşedanên nava hefteyê. 
Kişanak di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mirina Girtiyê bi navê Îrfan Eskîbag ê ku şevê din li Girtîgeha Tîpa F2 a Sîncanê û wiha got: "Mijarek gele girîng heye. Li vî welatî pirsgirêkên dadê û edaletê hene. Yek jî pirsgirêkekî însanî ya girtiyên nexweş e. Gelek girtiyên nexweş hene. Saziyên mafên mirovan, partiya me û xizmên girtiyan û gelek derodorên din têkildarî rewşa girtiyên nexweş da dest bi hewildanan kirin. Lê heta niha tu bersivekî erenî ji me re nehatiye dayîn. Girtiyê nexweşê pençeşêrê Îrfan Eskîbag şevê din jiyana xwe ji dest da. Ligel nexweşiya wî ya giran bi israr serbest nehate berdan. Ji bo girtiyên nexweş serbest neyên berdan israr dikin. Gelek caran partiya me dosyayên girityên nexweş ya ku di nav de dosyaya Îrfan Eskîbag jî heyî ji Wezarata Dadê re şandin. Daxwaza me tenê ji bo ku rojên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin bû. Lê tu bersiv nedan me. Di nav girtiyên nexweş de girtiyên siyasî û edlî hene. Dosya heta ber Serokomar çûn, agahiya hikûmetê heye, kampanya hatin meşandin lê li hemberî vê yekê hişmendiya kor û lal heye. Her tim mujîliya zagona asteng in dikirin lê zagon derxistin dîsa jî tu tişt nehatin guherîn. Heta niha tenê Hediye Aksoy serbest hate berdan. Hişmendiya qîmetê nade mirovan em wê şermezar dikin. Rewşekî wisa însanî û mirovahî çareser nakin. Em vê helwestê şermezar dikin. Daxwaza girtiyên nexweş tenê rojên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin e. Li girtîgehan niha 60 girtiyên nexweş ên li ber sînorê mirinê hene. Li benda mirina wan bêwijdaniyekî mezin e. Dosyayên wan hene. Ji girtiyên nexweş yek jî Abdulsamet Çelîk e. Gumana dibe ku jiyana xwe ji dest bide heye. Hêvî dikim ku ev xemsarî dê bi dawî bibe. Êdî bila tu kes vê hincet neye pêşiya me."

Kişanak, diyar kir ku du malbatên zarokên xwe li leşkeriyê windakirin mêvanên wanin û wiha axivî: "Heta niha 64 leşkeran bi guman jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî vê mijdarê de dozên heta vekirin jî bêencam man. Tu ceza, lêpirsîn û kiryar peydakirin nehatin dîtin. Heta niha tu dozên biencambûyîn tunene.Têkildarî mijdarê de delîl nayên komkirin û raporên otopsiyê baş nayên girtin. Ev pirsgirêkekî mezin e. Di bûyerên wisa ji sedî 90 leşker kurd in.Wateyekî vê yekê heye. Êdî bila darizandina vê yekê ji dadgehên leşkeriyê bêngirtin û li dadgehên sivîl darizandin pêk bên. Heke doz li dadgehên sivîl pêk bên îxtîmala erenî bi encam bibin heye. Nêzîkahiya meclîsê ya li hemberî vê yekê jî em fêmnakirin. Divê meclîs di vê mijdarê de dest bi xebatan bikin û komîsyonên lêkolînê ava bike."

'Em bi tu rengî qedexeya qada Taksîmê qebûl nakin'

Kişanak, bal kişand ser 1'ê Gulanê û bûyerên di 1'ê Gulanê de pêk hatin û wiha pê de çû: "1'ê Gulanê rojekî gerduniye. Têkoşîna karkeran û kedkaran têkoşîna mirovahiyê ya herî girîng e. Têkoşîna karkeran a li hemberî neqehiyê û metîngeriya kedê berdewam dike. 1'ê Gulanê roja hêza kedê derbikeve holê ye. Hişmendiya qedexekar ji bo ku ev roj dernekeve holê hewildanan dike. Qedexeya 1'ê Gulanê şaştiyekî mezin bû. Karker ku derê dixwazin divê li wir çalakiyan 1'ê Gulanê pêk bînin. Qada Takîsmî ji bo karkeran û sosyalîstan gelek girîng e. Li qada Taksîmê dîrok hatiye nivîsandin û di 1997'an de komkujiyekî mezin hate kirin. Divê daxwaza kadkaran a Qada Taksîmê ji daxwaza partiyên siyasî cuda bê girtin. Tu kes nikare Qada Taksîmê ji karekeran bigire. Kesên xwestin vê rojê pîroz bikin rastî 'terora dewletê' hatin. Tu tişt şîdetê rewa nake. Li tu cihan ewqas şîdeta polîsan nehatiye dîtin. Li cihê lêtê dîtin jî ji wî welatî re nabêjin welatê demokratîk. Li welatên demokratîk şîdet nayê kirin. Tiştên di 1'ê gulanê de hatin jiyîn weahîm in û daxuyaniyên hatin dayîn jî 'terora xwe' rewa dikirin. Ev yek sûc e. Waliyê Stenbolê bi daxuyaniyekê zarokekî 17 salî weke 'terorîst' îlan kir. Kî wî mafî dide te. Tu kî yî. Kesên wê şîdetê bi hincet û mafdar dikim em şermezar dikin. Dîlan Alp 17 saliye. Bavê wê ji kar hatiye avêtin. Ji hemû kesî bêtir mafê wê heye derbikeve qadan. Tu kes nikare wî mafî jî wê bigire. Lê bombeya gazê ya polîsan li serê wê dan. Heke bombeyekî gazê li serê kesekî bikeve tê wateya hedef girtin û bombeya gazê avêtinê. Gelek mînakên wisa hene û heta niha derbarê wan de tu lêpirsîn û doz nehatine vekirin. Xwendekarê zanîngehê Îbrahîm Akal jî bi bombeya gazê çavê xwe winda kir. Dê hesaba vê yekê bidin. Tu kes nikare vê yekê veşêre. Divê demildest Waliyê Stenbolê ji peywirê bê girtin." Kişanak, anî ziman ku hefteyeke Qada Taksîmê di bin bombeyên gazê de ye û wiha pê de çû: "Kî derdikeve qadan û mafên xwe dîtin ziman rastî terora polîsan tên. Ji ber ku serokwezîr got Taksîm nabe qada çalakiyan wisa dikin. Bi vê yekê dixwazin Taksîmê bikin qada randê. Ji xwe her alî Stenbolê kirin qada rantê. Dest ji berdin bila Taksîm bibe qada gel. Armanca çalakiyan ew e ku dengê xwe bidin bihîstin û mafên xwe bînin ziman e. Ji bo vê yekê jî li cihê herî qelebalix çalakî pêk tên. Armanca çalakiyan di raya giştî de bihestiyarê pêk bîn e. Divê hemû kesên dengê xwe bidin bihîstin li Taksîmê çalakiyan li dar bixe. Helwesta qedexekar şaş e dest ji vê yekê berbidin"

'Hikûmet ji dengê gel ditirse'

Kişanak, da zanîn ku hikûmet ji dengê gel ditirse. Kişanak, bilêv kir ku ji çalakiyên rastî mudaxeleya polîsan hatin yek jî çalakiya ji bo bîranîna Denîz Gezmîş û hevalên wî yên hatin darvekirin bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Denîz Gezmîş û hevalên wî di nav dilê hemû kesên bi wijdan de cih girt. Dibe ku hatibin darvekirin lê di dilê gel de her tim dijîn. Îro hemû kes darvekirina Denîzan şermezar dike. Bi polîsan dengê wijdana asteng nekin. Di şexsê Denîzan de xwestin jiyanekî azad ji holê rabikin. Xwestin daxwazên gel ji holê rabikin. Lê serneketin û sernakevin jî. Di pêvajoyekî wisa de bîranaîn Denîzan de hêj bêtir watedar e. Dema hatin darvkekirin azadî û biratî qêriyan. Denîz li ber siya darê got 'Bijî biratiya gelê kurd û tirk' Divê hemû kesên xwedî wijdan hêj bêtir xwedî li vê gotinê derbikevin. Xwedî derketina vê yekê xwedî derketina pêvjaoyê. Ez bejana xwe li ber bîranîna wan ditewînim."

Kişanak destnîşan kir ku ew xebatên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk didomînin. Kişanak, diyar kir ku BDP ji bo gel agahdar bikin û tevlî pêvajoyê bikin li herêman geran li dar dixe û wiha got: "Hefteya borî me li gelek cihan civîn li dar xist. Em dê xebatên xwe berdewam bikin.Heke pêvajoyekî demokratî pêk bê divê gel di van vê yekê de cih bigire. Em bi vê aramancê xebatên xwe dikin. Di muzakereyan de divê civak li hev yek bê. Muzakera di navbera du partiyên siyasî û an jî dewlet û rêxistinê de na divê di nava civakê de pêk bê. Armanca me pêşerojekî arami ye. Di civînan de ligel gumanên di serê welatiyan de dîsa jî dixwazin pêvajo berdewam bike. Piranî guman jî li hemberî pêşerojê ne. Dê pêvajoyekî deomoratkî pêk bê an na. Pirsigêka kurd heta niha her tim bi şer û çekan hate nîqaş kirin. Daxuyaniya Birêz Ocalan, KCK'ê û vekişandinê pirsên di serê gel de bi dawî kirin. Divê êdî demokratîkbûn bi awayekî vekirî bê nîqaşkirin. Heke demokratîkbûyîn pêk neyê dê şer ber dewam bike. Ji bo ramana yekpara ji holê bê rakirin divê hemû kes seferber bibe. Di vê mijdarê de divê bi lezgînî xebat bên kirin. Di sala 99'an de tiştên baş di hişên me de tunene. Hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de ev yek pêk neyê. Hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de tu kes jiyana xwe ji dest neda. Di daxuyaniyên hikûmetê de xuya dike ku berpirsiyarî li ser xwe girt. Heke operasyonek pêk bê wezîr û walî dê destûrê bidin. Divê wisa be. Em van daxuyaniyan weke temîna dibînin. Heke operasyon û provokasyonek pêk bê hikûmet berspiriyar e."

'Avakirina komîsyonên sivîl gelek muhîm e'

Kişanak, anî ziman ku li herêmê komîsyonên sivîl tên avakirin ev yeke gelek girîng e. Kişanak, da zanîn ku BDP û KCD'ê jî 74 komîte avakirin û wiha got: "Bêdengiya çekan girîng e. Lê ev yek bi tena serê xwe çareserî nîn e. Ji ber vê yekê divê reform û zagon bên çêkirin û guherîn. Li Meclîsê komîsyonek hate avakirin em girîng dibînin. Ligel rexneyên me em girîng dibînin. Me weke BDP endamek ji komîsyonê re şand. Em hemû dê tevkariyê bidin vê komîsyonê. Helwesta CHP'ê ya li hemberî komîsyonê nayê fêmkirin. Wan jî gelek caran pêşniyarên wisa kirin lê dema dor tê kar dest ji vê yekê berdidin. Em vê yekê qebul nakin. Di gera herêma Çukurovayê de hemû kesî ev rexne dikirin. Em helwesta CHP'ê qebûl nakin. Kesên deng dan CHP'ê jî heman rexne li CHP'ê kirin."