Kiryarê qetilkirina Temel, hikumxwarê Hîzbûllahê Gultekîn e
Kiryarê qetilkirina Temel, hikumxwarê Hîzbûllahê Gultekîn e
Kiryarê qetilkirina Temel, hikumxwarê Hîzbûllahê Gultekîn e
Derket holê V.G.ê têkildarî bûyera ku Ozcan Temel hat qetilkirin, hatiye girtin Veysî Gutekîn e yê berê Serokatiya Mustazaf-Der Şaxê Êlihê dikir. HUDA PAR’ê qebûl kir ku Gultekîn endamê wan e û îdîa kir ku bi îfadeya şahidê veşarî hatiye girtin.
Li Êlihê têkildarî êrîşa komeke endamên HUDA PAR’ê ku ciwanê bi navê Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da derket holê ku V.G. ê hat binçavkirin û paşê hat girtin Veysî Gultekîn ê Serokê berê yê Şaxa Mustazaf- Der a Êlihê ye. Gultekîn ê hat girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Êlihê.
JI DOZA HÎZBÛLLAHÊ 8 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
Li gorî nûçeya DÎHA'yê, Gultekîn di salên 1990'an de zilamê duyemîn ê Hizbullahê bû û ji doza Hizbullahê 8 salan di girtîgehê de maye. Dîsa Serokatiya Şaxa Mustazaf-Der a Êlihê jî kiriye û di pêvajoya kampanyaya “Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye” ya ji aliyê Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH)’ê hatibû pêşxistin, li hember derketiye û di 27’ê Tîrmeha 2009’an de li ser Caddeya Gulistan daxuyaniyeke çapemeniyê daye.
HUDA PAR'Ê QEBÛL KIR KU KIRYARÊ QETILKIRINA TEMEL ENDAMÊ WAN E
Hat hînbûn ku Gultekîn yek ji damezrînerê “Platforma Nifşê Quranê” ya di 28’ê Tîrmeha 2011’an de hatiye damezirandin e. Der barê Gultekîn ê di heman demê de endamê Desteya Şêwirmendiyê ya HUDA PAR e, Ajansa Nûçeyan a Îlke (ÎLKHA) a bi nêzîkatiya xwe bi HUDA PAR’ê tê naskirin, hat îdîakirin ku Gultekîn li ser îfadeya şahidê veşartî hatiye girtin.
Ligel wê di daxuyaniya ku ji aliyê HUDA PAR ve hat dayîn de tekîldarî Gultekîn wek “Endamê me V.G.” hat behskirin û wiha hat gotin, "Piştî bûyerê bi 9 rojan hevalekî me yê endamê partiya me hatiye binçavkirin û li ser esasê şahidê veşartî yê hatiye peydakirin girtina wî pêk hatiye.” HUDA PAR’ê ku nasnameya endamê xwe diyar nekir bala mirov kişand.