Kirîn û firotina ji bo cejnê lewaz derbas dibe

Kesên ji ber Cejna Qurbanê, ji bo kirin û firotina cejnê derdikevin gotin, krîza aborî gelek bandorî li ser kirîn û firotinê kiriye.

Kesên ku li Stenbolê dixwazin kirîn û firotina cejnê bikin ji ber krîza aborî zehmetiyan dikêşin. Kesên ku ji bo Cejna Qurbanê derketîn, ji ber bihabûna tiştan gilî karin.

Bazara Jinan a li navçeya Fatîh a Stenbolê tê dîtin weke bazaran Kurdan tê zanîn, cihê ku hemû tiştên li Kurdistanê tê dîtin tê firotin e. Li bazara ku ji penîr heta rûn, ji giyayên bi şifa heta xwarinên Kurdan lê tê firotin, kelecana cejnê ev hefteyeke berdewam dike. Bi rûxmê vê jî hem gel hem esnaf di nava krîza aborî de dijîn. Di bazarê de ku li gorî pêvajoyên din kêm qelebalixtir tê çavdêrî kirin, hejmara kesên ku dixwazin kirîn û firotinê bikin kêm e, esnaf jî bi fikar in. Me li Bazara Jinan bi esnaf û kesên kirîn û firotinê dikin re axivî.

Kesên ku nikarin lawirên qurbanî bikirin, ji bo di cejnê de goştê ji malbata xwe re bibe, ji bazarê digrin. Sêrtiyê ku ev 17 sale esnaf got; “Ev cejin ji yên din hîn zehmetir derbas dibe. Koronayê herî zêde bandoriya xwe li vê bazarê kir.” Bekir Alayê ku diyar kirî ev 20 sal e di cejnê de şekiran difiroşe jî bi vî şêweyî anî ziman; “Ji ber sedema şewbê welatî pir ditirsin. Em jî wisa ne. Hemû karên me rawestayî ne. Ez ev bi salane şekirên cejnê difiroşim. Di berê de me bi tonan şekir difirot, lê niha pir kêm bûye. Mirov şekiran jî nagrin. Yên ku digrin jî hene, dema ku hinek kes bên mala xwe ji bo neyê şermê nîv kîlo şekirê cejnê digrin. Ji sibehê ve min tenê 10 kîlo şekirê cejnê firotiye. Ma wisa cejin dibe?”

JI BER DERFETÊN WAN KÊME NIKARIN TIŞTAN BIKIRIN

Li Bazara Jinan esnafek din ê ku berhemên şîr difiroşe, got ku ji ber krîza aborî karên wan hatine asta girtinê. Esnafê ku ev 40 sale ji koçeran penîran digre û li bazarê difiroşe wiha got; “Li cihê me yê kar ne livîn, ne hatin û çûyîn heye. Rewşa Tirkiyê li holê ye. Em bi şêweyek aborî lewaz bûne, welatî ji ber kêm derfetiyê nikarin tiştan bikirin. Di salên derbasbûyî de li bazarê ji ber pêre negihiştina bi kiryaran re, me ji bo alikariyê gazî xwarziyên xwe yên li gund dikirin, niha ji bo kûrê xwe jî dibêjim here malê. Ji ber kesên ku tên kêmin.”

KIRÎN Û FIROTINA DI GOTINÊ DE MAYÎ

Xwidanê restorantê yê ku destnîşan kir ji xwe ji ber koronaya ku bandorî li krîza aborî ya heyî kirî pirsgirêk zêde bûne jî got: “Tirkiyê di warê xwedîkirina sewalan de bi paş ketiye. Goştê ji derve tama biryaniya me jî guhert. Li gor berê bi taybet malbatên Bêdlîsî û Sêrtî yên li vir dijiyan, her cejnê dihatin biryanî xwarinê. Ev ji bo malbatan biribû wekî çandekê. Her roja arîfeyê yan jî roja yekem a cejnê cih nedima. Vê cejnê hêviyek a me ya wisa nîne. Dizanim ku nayên. Çawa wê bên? Mirovan pere nîne. Ditirsîn ku biaxivîn.”

Ayşe Eren a ku bi du keçên xwe re derketin ji bo cejnê tiştan bikirin, kîsê di destê xwe de nîşanda û got: “Min nîv kîlo şeker standiye. Ew jî ji bo me ye. Me mûçeyên xwe jî negirtine, kirîn û firotina cejnê, di gotinê de kirîn û firotine.”