Kiliçdaroglû çû serdana HDP'ê
Lîderê CHP'ê Kiliçdaroglû seriyek da navenda giştî ya HDP'ê.
Lîderê CHP'ê Kiliçdaroglû seriyek da navenda giştî ya HDP'ê.
Piştî serdanê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay axivî û got: "Li dor rêgezên demokratîk em bawer dikin ku divê diyalog bidome." Kiliçdaroglû jî ji bo girtina wekîl û nûçegihanan helwest nîşan da û got, "Divê em werin cem hev û bi stranên demokrasiyê divê em welatê xwe berz bikin."
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û şandeya gel wî seriyeke daneke Navenda Giştî ya HDP'ê.
Di rûniştina şandeyan de Alîkarên Hevserokên Giştî yên CHP'ê Bulent Tezcan û Haluk Koç û her wiha Serekşewirmend Cemîl Erhan jî hazir bûn.
Di nav şandeya HDP'ê jî de jî li gel Hevserok Serpîl Kemalbay, Wekîlê Enqereyê û Amirê Rêveberiya Meclîsa Sirri Sureyya Onder, Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî Fatma Kûrtûlan amade bûn.
Piştî ku şande li hev rûniştin şandeya HDP’ê ji bo ku CHP’ê rakirina destlênedana erê kir rexne li CHP’ê anî. Şandeya HDP’ê diyar kir desteka li destûra ku bû sedem wekîl ev bi mehan e girtî ne, şaş e.
Her wiha hate gotin CHP ji ber girtina Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş û wekîlan bêdeng maye û ev bêdengî hate rexnekirin.
KEMALBAY: DIVÊ DANÛSTANDIN DEWAM BIKE
Piştî li hev rûniştinê ku ji çapemeniyê re girtî bû Kemalbay û Kiliçdaroglû daxuyaniyeke hevpar dane çapemeniyê. Kemalbay got: "Raya giştî ji mêj ve li bendê bû ku ev rûniştin pêk were. Me bi Kiliçdaroglû re hev dît. Ji bo serdana wan em malavayiyê li wan dikin. Di rewşeke wiha ya tengav a dinyayê, herêmê de û di rewşeke wiha de ku li Tirkiyê qelşên mezin çêdibin seriyek dane partiya me.
Bi taybetî piştî referandûma destûrê ya ne meşrû bi hişmendiya têkoşîna hevpar pir girîng û watedar e ku hêzên demokrasiyê danûstandinê bikin."
Bi domdarî Kemalbay got: "7’ê Hezîranê êrîşeke giran bi ser partiya me de anîn. Rakirina destlênedanê, rakirina vîna Meclîsê, tinehesibandina vîna 6 milyon hilbijêrî, pêvajoya dij-demokratîk, Rewşa Awarte, biryarnameyên di hukmê qanûnî de, di şevêkê de ji dest wan standina nanê mirovan, girtina nûçegihanan, serweriya polîtîkayên şer, pêvajoya li pêş me, ji bo guherîna vê rewşa tarî û di nîqaşên demokratîk de em werin cem hev me berpirs dike. Ev serdana bi danûstandina watedar ji bo me girîng e. Ez careke dî malavayiyê lê dikim. Hêvî dikim ku ev rûniştin di serî de hevalên me yên di girtîgehê de wê bibe sedem ku azad bibin. Em bawer dikin ku di dema pêş de li dor krîterên mafê mirovan ên gerdûnî, li dor rêgezên demokratîk danûstandina di navbera partiyan de domdar be. Malî ava."
KILIÇDAROGLÛ: DIVÊ TI KES JI BER RAMANÊN XWE NEYÊ GIRTIN
Kiliçdaroglû wekîlên girtî yên HDP’ê destnîşan kir û got: "Em naxwazin kesek ji ber ramanên xwe were girtin" û wiha dom kir: "Hevdîtineke xweş bû. Em pêvajoyeke referandûmê jiyan. Di vê pêvajoyê de her kî demokrasî parastibe divê dîsa em biparêzin. Rejîma ku jiyana bi hev re herî pir baş diyar bike rejîma demokrasiyê ye. Heke em ê bi hev re bijîn divê em tehemûlî ramanên hev bikin. Divê ti kesek ji ber ramanên xwe neyê girtin. Dibe kur amana me ya siyasî ji hev cihê be, dibe ku em di partiyên siyasî yên cihê, di komele û sendîkayên cihê de bin. Lê divê em di xaleke hevpar a demokrasiyê de werin cem hev. Marîpişta sereke ya ku wê Tirkiyê bigihîne dinyaya şareza ev e."
'DIVÊ EM WERIN CEM HEV'
Kiliçdaroglû wiha domand: "Eger îro Tirkiye bûbe girtîgeheke nîv vekirî, eger bi biryarnameyên derasayî tê bi rê ve birin kesek nikare behsa demokrasiyê bike.. Li rojhilat, rojava, bakur, başûr em dixwazin bi hev re bijîn û demokrasiyê geş bikin. Ti tiştek qasî demokrasiyê ne ciwan e. Niha demokrasî hatiye betalkirin. Li cihê ku demokrasî hebe teror û li cihê ku teror hebe demokrasî nabe. Ji bo ku ramanên xwe gotine em Tirkiyeyeke wiha naxwazin ku rewşenbîr, nûçegihan lê girtî ne. Ji ber ku girêva birçîbûnê kirine em naxwazin ku masmote li girtîgehê bin. Em Tirkiyeyeke wiha heq nakin. Bi salan me têkoşîna demokrasiyê da. Em çûn û hatin li heman cihî sekinîn. Divê em werin cem hev û bi stranên demokrasiyê divê em welatê xwe berz bikin."