Kevirên siyaseta Sûriyê ji nûve tên belavkirin
Kevirên siyaseta Sûriyê ji nûve tên belavkirin
Kevirên siyaseta Sûriyê ji nûve tên belavkirin
Ev demeke lêgerîna çareserkirina şerên li Sûriyê hewldan zêde dibin. Lê ev hewldana li erdê dixwazeya xwe de êdî rewşa Sûriyê hêdî hêdî zelal dibe. Ger em çend sergotaran rêz bikin. Di sê hêzên bingehîn û hêzên li derdora wan xwe kom dikin hene. Hêza yekem û herî bi rêxistin kirî ya Kurde ku xwe li derdora Tevgera Azadiya Gelê Kurd kom kiriye. Hêza dûyem ya rejîma Sûriyê yê ku niha temsîla Elewiyan dike. Hêza sêyem îslamiyên radîkalîn ku erebên sunî xwe li derdora kom dibin.
RÛSYA Û DYE LI HEV KIR
Hêzên li ser Sûriyê siyaset dikin nikarin ji rewşa tê jiyan kirin û ji hêzên li Sûriyê bibandor cûdatir siyasetek birêve bibin. Îro ne DYA, ne jî Rûsya wek hêzên sereke li ser Sûriyê siyaset dikin nikarin ji vê rewşa li erdê tê jiyan kirin, cûda tevbigerin. Lihevkirina DYA û Rûsya ya li ser jiholê rakirina çekên kîmyewî yê Sûriyê û dubare zîndî kirina civîna Cenevre-2 encama ev rewşa di erdê de tê jiyan kirine. Niha tê xuya kirin êdî ne Tirkiyê, ne Sûdî Erebistan, ne jî Qatar û Îran, Lubnan wek berê nikarin wek berê tevbigerin.
SIYASETA BERÊ ÎFLAS KIR
Berî niha min di çend nivîsî xwe de dabû diyar kirin ku rewşa Sûriyê ne wek welatêdin yê cîhanê ne û ev tespît dema bûyerê li Sûriyê despêkiribûn ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin. Lê hêzên ev rewşa Sûriyê baş tahlîl nekirin, didan zanîn çewa li dijî Lîbya destwerdanek çêbû, dê li dijî Sûriyê jî destwerdanek çêbibe û rejîma Sûriyê hilweşe. Bi taybet hêzên wek Kurdên li gora PDK’ê siyaset dikirin, dewleta Tirkiyê, Sûdî Erebistan, Qatar ku li gora DYA xwe tevger kiribûn, wiha di gotin û siyaseta xwe li ser vê ava kiribûn. Lê ev siyaset niha îflas kiriye.
TIRKIYE Û DYE DINAVA NAKOKIYAN DENE
Siyaseta Tirkiyê a Sûriyê bi DYA re nakokek. DYA piştî hêzên îslamî li Sûriyê bibandor bûn, di siyaseta xwe Sûriyê ya dudilê zelal kir û eşkere da diyar kirin ku ev hêzên îslamî yê radîkal destek nake. Lê Tirkiyê heta niha alîkariya xwe ji bo wan hêzan didomîne. Daxuyaniyên Erdogan û Dawûdoglû yên rojên dawî heta niha di erdê de guhertinek çênekiriye. Siyaseta Tirkiyê ya alîkariya DAIŞ û hêzê selefî dike, berdewame. Ev siyaset bi ya DYA nakoke.
Bi îflas kirina ev siyaseta kevrê siyaseta ji nûve têne belav kirin. xuya ye DYA û Rûsya di mijara El Qaîde lihev kirine. El Qaîde ya li Sûriyê tê wateya Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam (DAIŞ)/Cephet El Nusra.
ARTÊŞA AZAD TEVLÎ DAIŞ’Ê DIBE
Hêzên xwe li ser navê Artêşa Azad a Sûriyê tevger kiribûn, niha tevlî Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam bûne. jiber wê mirov niha nikara li Sûriyê pirr qala hêzek binavê Artêşa Azad bike. Nakokiyên dinavbera herdû hêzan de, ne nakokiyên pirr cidî ne, jê zêdetir DAIŞ bixwe rûyê rast yê Artêşa Azad e.
ENIYA EL NUSRA TESLÎMÎ DAIŞ BÛ
Cephet El Nusra ku hêzekî pirr tarî bû, di gelek pêkanînê xwe de xizmeta rejîma Sûriyê dikir û hinek çavdêrên siyasî didan diyar kirin ev hêza ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye avakirin. Piştî hinek nakokiyan dinavbera wan û Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam, Cephet El Nusra bi temamî teslîmî DAIŞ’ê bûn. Êdî mirov nikare li Sûriyê qala hêzêk serbixwe ya Cephet El Nusra bike.
ARTÊŞA AZAD ŞERÊ BI REJÎMÊ RE KÊM KIR
Di roja me îro mirov nikare bêje dinavbera Artêşa Azad û rejîma Sûriyê de şerek heye. Şerên li Helebê bi temamî rawestiya ye. Hinek çavkanî didin diyar kirin ku rêya dinavbera Şam û Helebê bi temamî ketiyê destê rejîma Sûriyê ku berî niha pirraniyê rê didestê Artêşa Azad debû. Artêşa Azad bandoriya xwe ya li Ser Îdlîbê bi temamî wenda kiriye. Li Hema, Himis û Dêra Zorê êdî wek berê nikare tevbigere û rejîma Sûriyê li wan herêma bandoriya xwe zêdekiriye. Şerên li derdora Şam’ê di rewşa niha de tu guhertina bixwe re naîne.
REJÎMA SÛRIYÊ TENÊ TEMSÎLA ELEWIYAN DIKE
Rejîma Sûriyê êdî nikare îdia bike, nûnertiya Gelên Sûriyê dikim. Di rewşa niha de rejîma dikare bêje ku ew nûnertiya Erebên Elewiya dikin. Heta niha Durziyan bi temamî raya xwe eşkere nekirine ku dê bi elewiyan tevbigerin yan na.
KURD WEK XETA SÊYEM HATE PEJIRANDIN
Kurd wek hêzekî sêyemîn xwe li Sûriyê tevger kirin û niha ev tevger ji aliyê herkese ve tê pejirandin. Şerên li Rojavaya Kurdistan, berxwedana Yekîneyên Parastina Gel li dijî komên çeteyan, herêmê ewle yê Rojava, li ser bingeha jiyana hevbeş ya gelan xebatên Rêveberiya Demî xeta sêyemîn ya Kurd da pejirandin. Her çend Encûmane Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) di vê dema dawî bi tevlîbûna nava Kolîsyona Niştimanî Sûriyê de siyasetekî dualî dide meşandin jî, êdî ENKS’e jî nikare yekîtiya xwe biparêze û dengên cûda hêdî hêdî bilind dibin.
Di vê rewşê de tê xuya kirin dê civîna Cenevre-2 dê ji bo rewşa Sûriyê çareseriyekî mayînde li gel xwe nayîne, lê dê hêzên Sûriyê eşkere bike.
Ger em hinek tespîtan bikin
1. Opozîsyona Sûriyê ku îro xwe binavê Kolîsyona Niştimanî ya Sûriyê bi temamî nûnertiya Erebên Sunî jî nake. Li Gel Koalîsyonê, hêzên wek DAIŞ yên îslamiyên radîkal îdîa dikin ku ev nûnertiya Erebên Sunî dikin.
2. Rejîma Sûriyê jî di rewşa niha de nûnertiya Elewiyan dike.
3. Xeta Kurdan di vê demê de zelal bû û wek aliyê sêyem hate pejirandin.
4. Dûrzî, Sûryanî, Aşûrî, Keldanî, Ermenî û Tirkmena rewşa wan heta niha nediyare.