Keskîn: Em bêçare nînin

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn asta heyî ya binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê weke rewşeke felaketê pênase kir û bi bîr xist ku tevî zext û zordariyê jî berxwedan dewam dike. Keskîn got, "Em bêçare nîne, em neçar in bi wêrekî tevbigeirn."

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn der barê binpêkirinên mafên mirovan ên sala 2019'an ji ANF'ê re axivî. 

Keskîn binpêkirina mafên mirovan weke rewakirina tundiyê bi destê dewletê û astengkirina azadiya fikir pênase kir. Keskîn bi taybetî bal kişand ser azadiya fikir û got, "Ji bo mirov karibin qala binpêkirinên din ên mafên mirovan bikin beriya her tiştî divê mirov karibin xwe îfade bikin. Lê belê qedexe ye ku em xwe îfade bikin. Eger mirov mûxalîfê dewletê û polîtîkayên wê bin hingî şensê mirovan nîne ku xwe îfade bikin."

JI SALÊN 1990'Î JÎ XERABTIR E

Keskîn ragihand, rewşa heyî ji ya salên 1990'î xerabtir e ku wê demê bi êrişên fîzîkî yên dewletê mirov dihatin kuştin û windakirin. Keskîn destnîşan kir ku demek nîne ku mîna niha zext li ser azadiya îfadeyê heye û mirov bi hêsanî tên girtin.

Keskînı ragihand, dewleta ku di salên 1990'î de sûcê xwe înkar dikir, niha bi hêsanî tundiyê dike û destnîşan kir, ev tundî bi destê dewletê tê rewakirin. Keskîn bal kişand ser bandora vê yekê li jin û zarokan û bi bîr xist ku zêdebûna bûyerên kuştina jinê nabe ku ji vê yekê cuda bê nirxandin.

TIRSA DEWLETÊ YA JI SIYASETA KURDAN

Keskîn bandora binpêkirina mafên mirovan a li qada siyasetê nirxand û destnîşan kir, niha tişta ku rêveberên dewletê herî zêde jê ditirse pêşketina siyaseta sivîl a Kurdan e. Keskîn anî ziman ku zextên li HDP'ê tên kirin divê bi vî rengî bên nirxandin û got, "Bêguman bandoreke mezin a pêşketinên li Sûriyeyê di zexta li Kurdan de heye. Lê belê siyaseta sivîl a Kurdan xwedî hêzeke mezin e ku dikare bandorê li derdorên din bike. Ji ber ku ji vê ditirsin Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên HDP'î girtî ne."

QEYÛM DEWAMA ŞARK ISLAHAT E

Keskîn desteserkirina şaredariyên HDP'î û tayînkirina qeyûmên dewletê bi bîr xist û anî ziman ku ji dema avabûna komarê û vir ve li dijî Kurdan hiqûqeke cuda tê bikaranîn. Keskîn destnîşan kir, qeyûmên ku niha tên tayînkirin nîşan didin ku aqlê dewletê qet neguheriye û got, Plana Şark Islahat û tayînkirina qeyûman a niha hema hema tên heman wateyê. Keskîn ragihand, tê xwestin ku Kurd bên dîzaynkirin û got, "Ev yek mejiyekî mêtinger e. Ji ber ku tayînkirina qeyûman tenê bi feraseteke hiqûqê ya mêtinger dikare bibe. Ya ku niha tê kirin ev e. Ev yek di heman demê de tê wê wateyê 13 ji sedî yê cografyayê ji aliyê dewletê ve tine tê dîtin. Her qeyûmên tên tayînkirin derbeke ku li mafê me yê hilbijartinê tê xistin."

TECRÎD ŞER SOR DIKE

Keskîn tecrîda li Îmraliyê nirxand ku yek ji mijarên herî girîng ên sala 2019'an bû. Keskîn ku yek ji parêzerên destpêkê yên Ocalan bû anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan ji roja destpêkê ve dewam dike. Keskîn destnîşan kir ku li Îmraliyê hiqûqeke cuda tê pêkanîn û got, "Li Îmraliyê hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê pêk nayê, ev yek sîstemeke cuda ye ku kes pê nizane. Ji destpêkê ve bi vî rengî bû. Lê belê bi zêdebûna polîtîkaya tundiyê ya di pirsgirêka Kurd de tecrîda li Îmraliyê jî girantir bû."

Keskîn destnîşan kir ku ev tecrîd ne tenê li dijî Ocalan e û destnîşan kir ku tecrîd di heman demê de aloziya navbera mirovên li heman cografyayê zêde dike.

Keskîn bal kişand ser bandora tecrîda li Îmraliyê li siyaseta Kurdan û destnîşan kir ku ev yek her wiha şer sor dike.

Keskîn ragihand, tecrîdeke ewqasî giran li dijî lîerekî polîtîk li devereke din nîne û got, tecrîda li Îmraliyê vegera mejiyê şerê qirêj ê dema Mehmet Agar û Tansû Çîller e. Keskîn destnîşan kir ku ev ye knîşan dide ku mejiyê wan hîn li ser kar e.

EM NEÇAR IN BI WÊREKÎ TEVBIGERIN

Keskîn destnîşan kir ku dewlet hewl dide civakê bike yek tîp, di vê de hinekî serketî jî bûye, lê belê li dijî wê berxwedanek jî heye.

Keskîn got, "Ez ti carî ne alîgirê bêhêvîbûnê me. Em bêçare nînin, em neçar in bi wêrekî tevbigerin. Divê em bi mafên xwe zanibin û heta dawiyê wan bi kar bînin. Vê yekê timî tînim ziman û ez ê careke din bêjim; yên li ber xwe didin wê dinyayê biguherînin."