Keskîn: AKP êdî sûc înkar nake, lê dibe xwedî

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, li pişt girtina dozên JÎTEM'ê lihevkirina AKP-dewleta kûr heye.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn girtina dozên JÎTEM'ê ji ANF'ê re nirxand. Keskîn diyar kir, welat ji aliyê rêxistineke kûr ve tê birêvebirin û ji ber vê yekê ew li bêencamhiştina dozên JÎTEM'ê matmayî nemane.

Keskîn bi bîr xist, AKP dema bû desthilatdar digot wê dawî li dema 'Toros ên spî' bîne, lê belê niha bi dewleta kûr re li hev kiriye ku xwediyê wan toros ên spî ne û got, "AKP dema nû bû desthilatdar digot ku wê rêxistinbûna kûr a ku cografyayê bi rê ve dibe eşkere bike. Bi rastî jî demekê, dema ku hevdîtinên bi Yekîtiya Ewropayê re li pêş bû Serokwezîrê wê demê Erdogan bi xizmên windayan re civiya û hin soz da wan. Lê belê dema ku polîtîka hate guhertin hingî bi dewleta kûr re li hev kir. Ji hingî ve em wî li gel Mehmet Agar, Tansû Çîller, Suleyman Soylû dibînin ku ew kes ajokarên Toros ên Spî ne."

'ŞÎDETÊ BI DESTÊ DEWLETÊ REWA DIKIN'

 Keskîn destnîşan kir ku di encama vê lihevkirinê de ji Ergenekonê heta dozên JÎTEM'ê hatin girtin û got, ya herî xerab jî ew e ku tundî bi destê dewletê tê rewakirin.

Keskîn diyar kir, dewletê di salên 1990'î de berpirsyariya xwe ya di êşkence û bûyerên windakirina di destgîrkirinê de înkar dikir, lê niha bi rengekî eşkere li sûcên xwe dibe xwedî.

Keskîn bal kişand ser dîmenên ku îstîxbarata jendermeyan li medya civakî bi kodên sexte diweşînin ku tê de sûcên şer tên kirin û bi bîr xist, hin mirov jî li binê dîmenên êşkenceyê şîroveyên pesndayinê dikin. Keskîn got, "Di vê demê de zêdebûna bûyerên kuştina jinê, êşkence, tundiya li kolanan divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin ku çareseriyek bê peydakirin. Di nava vê civakê de tundî êdî rewa ye. Bala xwe bidin ser rêzefîlmên ku herî zêde lê tên temaşekirin, hem jî rêzefîlmên bi tundiyê ne. Civak veguherî civakeke welê ku ji tundiyê hez bike. Ev yek bi taybetî hate afirandin. Ji xwe dewlet xwe ji vê xwedî dike; lewma girtina dozên JÎTEM'ê min matmayî nehişt, berevajî eger ceza li wan bihata birîn ez ê mat bimam."

Keskîn destnîşan kir ku ev rewş wê bê têkbirin û dinya wê bi destê berxwedêran bê guhertin.