KESK: Xizanî zêde bûye

Hevseroka KESK'ê Aysûn Gezen diyar kir ku daneyên fermî yên dewletê û enflasyona rasteqîn gelekî ji hev cuda ne û got, gel bêhtir xizan bûye. Gezen destnîşan kir ku çareserî têkoşîna hevpar e.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) li ser hejmara enflasyonê ku 15.39 ji sedî ye û di asta herî bilind a 15 salên dawî de ye û der barê asta xizaniyê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokên KESK'ê Aysûn Gezen û Mehmet Bozgeyîk tevlî civînê bûn.

Gezen diyar kir, hejmarên fermî yên TUÎK'ê û enflasyona rasteqîn ji hev gelekî cuda ne û got, "Karkerên bi mûçeyê kêmtirîn dixebitin, kedkar û kar, yanî em hemû di nava hejmara enflasyonê ya fermî ya TUÎK'ê de cih nagirin. Lewma xizaniya me ji ya hejmarên fermî gelekî girantir e."

Gezen da xuyakirin ku kedkarên cemaweriyê ji asta xizaniyê dadikevin asta birçîbûnê.

Di civîna çapemeniyê de ji bo çareseriyê jî işaret bi têkoşîneke hevpar hate kirin.