KESK: Em ê radestî hejariyê nebin

Endamên KESK’ê li gelek bajaran çalakiya “Em ê radestî hejariyê nebin” li dar xistin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li gelek bajaran bi dirûşmeya “Em ê radestî hejariyê nebin’ daxuyanî dan. Di çalakiyan de daxwazên hevpar ên kedkaran hatin eşkerekirin. 

AMED 

Li Amedê ji aliyê Platforma Şaxan a KESK’ê ve li ber avahiya maliyeye daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku endamên sendîkayên girêdayî platformê beşdar bûn de pankarta “Em ê radestî hejariyê nebin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Em dixwazin weke mirovan bijîn” hate berzkirin. Hevseroka  Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê Guneş Ozel, anî ziman ku bi salan e bi destê desthilatê bi awayekî bizanebûn tên xizankirin. 

Ozel, bi lêv kir ku çerxa bi salan e dizivire, ji bo ku gel xizan bike, bêkar bihêle, komeke dewlemendan dewlemendtir bike dizivire. Ozelê bi lêv kir ku TUÎK, bi salan e ji bo reqamên enflasyonê kêm nîşan bide serî li rêbazên xapînok dide û rêbazeke nû li van zêde kiriye û wiha got: “Weke ku ev hemû têre nakin, hikumet ji bo ku barê krîza aborî ya ku afirandiye li me bar bike ‘paketên’ nû derdixe. Ji milyonan mirovên ku xizankirine re dibêjin ‘qayîşê bişidînin’. Di serê hişê wan de derbas nabe ku ji kesên karê xwe 4-5 qatan zêde kirine re bibêjin ‘Hûn jî hinekê teserûf bikin’.”

DAXWAZ

Di çalakiyan ev daxwaz hatin rêzkirin:  

“*Ji bo ku pêşî li pûçbûna mûçeyên teqawîdan bê girtin, bi taybetî ji bo pêşî li windahiyên kesên 2008 û piştî wê dest bi kar kirine bê girtin em dixwazin di hesabkirina mûçeyên teqawîdan de vegerin beriya sala 2008’an. 

* Em dixwazin di zêdekirina mûçeyên me de ne reqamên TUÎK’ê, sînorê xizaniyê li ber çavan bê girtin. 

* Em dixwazin di baceyê de edalet pêk were, ji kesên kêm qezenc dikin kêm, ji kesên zêde qezenc dikin zêde bac were girtin. 

* Em qanûnên ku desthilatê bi awayekî yek alî derxistine naxwazin, em jiyaneke xebateke demokratîk ku sendîka, kedkarên cemaweriyê bibin xwedî gotin û biryar dixwazin. 

* Em dixwazin sozên rakirina mulaqat û nîşandera zêdek a 3600’an ku beriya hilbijartinê hatibûn dayîn bên rakirin.”

KESK’ê bi heman daxwazan li Antalya û Hatayê jî daxuyanî dan.