KESK: Divê têkoşîna ked û demokrasiyê bê mezinkirin

KESK: Divê têkoşîna ked û demokrasiyê bê mezinkirin

KESK’ê binçavkirina 7 kesên ku di operasyona pêr li dijî hiqûqnasan pêk hat û 2 emdamên Egîtin-Sena Îzmîrê jî di nav de bûn şermezar kir û bang li aliyên demokratîk kir ku li dijî zextên AKP’ê têkoşîna hevbeş bilind bikin.

Lîjneya Rêveber a Konfederasyona Kedkarên Sendîkayên Gelemperiyê (KESK), bi daxuyaniyek nivîskî operasyona ku pêr li 7 bajaran pêk hat û nêzî 90 kesî hatin binçavkirin şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her roja ku derbas dibe, AKP qada azadiyê li gelan teng dike û hemû derî vediguherîne girtîgeheke servekirî.

Daxuyaniya KESK’ê wiha berdewam dike: “Herî dawî pêr saet di 04.00’an de bi operasyoneke her wekî li dijî erdingariyeke dijmîn pêk were, di serî de li Enqere, Îzmîr û Stenbolê li dijî Şaxa Yekemîna a Egîtîm-Sena Îzmirê a girêdayê KESK’ê pêk hat û di nav de du endamên Egîtîm-Senê Zeynep Yilmaz û Serap Dursun jî hatin binçavkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdagirtinê de Navnda Giştî a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û şaxa Stenbolê, her wiha Buroya Hiqûqî a Gel jî heye û ev tişt hat gotin: “Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin, 15 parêzer di serdagirtinê de hatine binçavkirin. Her wiha der barê Serokê ÇHD’ê Selçuk Kozagaçli ku parêzvaniya konfederasyona me dike, dizanin ku li derveyê welat e jî hê nehatiye Tirkiyeyê biryara girtina wî hatiye derxistin.”

Di dirêjiya daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku li ser Navenda Çandê a Îdilê de û li ser buroyên Kovara Yuruyuşê de jî hatiye girtin û ev tişt hat gotin: “Bi taybetî zext bi nav jî naqedin. Her wiha li dijî Grup Yorum jî ev demek dirêj e ku zext gelekî zêde bûne û gelek xebatkarên komê hatine binçavkirin. Ev operasyonan bi awayekî bê hiqûqî hatine destpêkirin, AKP’a ku pesnê ‘demokrasiya pêşketî’ dide, hemû kesên ku wekî wê nafikirin zextan lê dike û wan davêje girtîgehan. Ji hêleke din ve bi dehan parêzerên ku hê jî di girtîgehê de ne, serda girtina ÇHD’ê bi serê xwe sosreteke mezin e. Di welatekî ku mafê parêzeran bê binpêkirin de, behsa maf û azadiya gela kirin ne mimkun e.”