KESK: Bêyî 'Zimanê Dayikê' ti pakêt nikare pêşî li pêvajoyê veke
KESK: Bêyî 'Zimanê Dayikê' ti pakêt nikare pêşî li pêvajoyê veke
KESK: Bêyî 'Zimanê Dayikê' ti pakêt nikare pêşî li pêvajoyê veke
Şaxên KESK'ê yên Amedê SES, Tum-Bel-Sen û Egîtîm Sen bi civîneke çapemeniyê "pakêta demokratîkbûyînê" ya AKP'ê nirxand û got, "Ti pakêteke tê de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nebe, nikare pêşî li pêvajoyê veke."
Şaxên KESK'ê yên li Amedê SES, Tum-Bel-Sen û Egîtîm Sen, ji bo nirxandina "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 30'ê Îlonê de aşkera kir, li avahiya Egîtîm-Senê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Seroka Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Ozlam Kaçar li ser navê şaxên KESK'ê daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, di nava gelan de rê li ber hêviyeke mezin vekiriye, lê ji ber gavneavêtina desthilatdariya AKP'ê vekişîna gerîla rawestiyaye û pêvajo gihaştiye nuqteya xetimandinê.
Kaçar got, "AKP ya ku li pêşberî raya giştî tengav bû, ji bo xwe ji vê tengaviyê rizgar bike 'Pakêta Demokratîkbûyînê' xist rojevê. Di pêvajoya amadekirina vê pakêt re nêrîna kesî negirt û nîqaşên li nava raya giştî jî ji ser texmînan meşandiye. Kurd, demokrat û kedkar di wê baweriyê de ne ku ev pakêt xwedî daxwazên demokratîk nîne û gelek kesan jî hêvî dikirin ku bi pakêta aşkera bibe re dê pêşî li pêvajoya çareseriyê bê vekirin. Yên ku herî zêde bendewariyên wan bicih nehatin jî ev derdor bû. AKP dîsa li ser bingeha berjewendiyên xwe hesab kiriye."
REWŞA 10 HEZAR GIRTIYAN LI BENDA ÇARESERIYÊ YE
Kaçar da xuyakirin ku ji pakêtê ne çareserî û demokrasî, hesabên hilbijartinê û manîpulasyon derketiye û got, "Hiştina perwerdeya zimanê dayikê ji bo dibistanên taybet, tê wateya pêşîgirtina li bikaranîna vî mafî. Ji sedî 90 ê Kurdan xizan in. Lewma, bi vê biryara AKP'ê re ji sedî 90 ê Kurdan dê ji vî mafê xwe bêpar bin. Ji ber ku zimanê Kurdî bi statuya zimanê fermî nehatiye ewlekirin, ew rêjeya ji sedî 10 ê mayîn jî, bi gumana pêşerojê dê zarokên xwe neşînin dibistanên fermî. Ti pakêteke ku tê de rewşa 10 hezar girtiyan li ber çavan neyê girtin, şertên Birêz Ocalan neguherîne, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê neyê dayîn, dê bi ti awayî pêşî li pêvajoyê veneke."