Kesên zarokên wan li Kobanê şer dikin banga berxwedanê kirin

Kesên zarokên wan li Kobanê şer dikin banga berxwedanê kirin

Denîz Demîr û Rêdar Zogurlu, du ciwanên Licêyî ne… Ev ciwan di van saetan de, li hember êrîşên çeteyên DAIŞ di nav refên YPG’ê de şer dikin. Malbatên Demîr û Zogurlu jî ji bo piştgiriya ji zarokên xwe re li bajarê Koln ê Elmanya di greva birçîbûnê de ne. Fatma Demîr a wêneyê kurê xwe yê di tevna civakî de hatiye parve kirin dît got, “Ez pê serbilind im” û ji bo berxwedana li Kobanê bang li ciwanan kir.

Kurd di berxwedana Kobanê de ne. Gelek bav, kur û bira di heman çeperî de şer dikin. Malbatên gelek berxwedêran jî li gelek deverên cîhanê derdikevin kolanan û bi zarokên xwe re di nav berxwedanê de ne.  Fatma Demîr û Fatma Zogurlu jî bi armanca piştgiriya ji zarokên xwe yên di parastina Kobanê de ne li bajarê Kolnê 5 roj in di greva birçîbûnê de ne.  Demîr û Zogurlu bi bîr xistin ku zarokên wan di parastina Kobanê de ne û banga têkoşînê li ciwanan kirin.

WÊNEYÊ KURÊ XWE YÊ DI ENIYA PÊŞDE DÎT

Fatma Demîr, bi eslê xwe ji navçeya Licê ya Amedê ye. Kurê wê yê mezin niha li hember çeteyên DAIŞ di parastina Kobanê de ye. Navê kurê wê Denîz Demîr e. Dayik Demîr 5 roj in ji bo Kobanê ya kurê wê li wir şer dike di greva birçîbûnê de ye. Fatma Demîr, duh di tevna civakî di malperên parvekirinan de wêneyê kurê xwe yê ku li Kobanê di eniya pêş de şer dike dibîne.

Fatma Demîr got ku dema kurê xwe dîtiye destpêkê bi heyecan bûye û wiha dewam kir, “Min zanibû li Kobanê ye. Berî niha bi salekê çû. Ez kêfxweş bûm. Bi kurê xwe serbilind im. Ji ber kurê min li wir ji bo gelê xwe şer dike. Ez jî li vir ji bo piştgirîdayînê di greva birçîbûnê de me.”

Fatma Demîr anî ziman ku pêwîst e her kes li Kobanê xwedî derkeve û wiha axivî: “Heta dilopek xwîna me hebe em ê têkoşînê bikin. Ez bang li ciwanan dikim. Kobanê li benda we ye. Di nav berxwedana li wir cih bigirin.”

KURÊ MALBATA KU PKK LI MALA WAN HAT DAMEZIRANDIN LI KOBANÊ ŞER DIKE

Fatma Zogurlu, keça malbata ku PKK lê hat damezirandin. Xwişka Seyfettîn Zogurlu ye. 4 sal in li Kolnê dijî. Xwarziyê wê jî li Kobanê şer dike. Kurê Seyfettîn Zogurlu Rêdar Zogurlu. Navê kod ê bavê xwe hilbijartiye. Li Kobanê li dijî DAIŞ şer dike.

Fatma Zogurlu jî 5 roj in di greva birçîbûnê de ye. Zogurlu dibêje, “Xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li Kurdîtiyê ye û wiha dewam kir, “Îro roja namûs û rûmetê ye. Divê her kes ji bo Kobanê rabe ser xwe û têkoşînê bike. Eger Kobanê biçe em ê hemû biçin.”

Fatma Zogurlu desteka Tirkiyeyê ya dide çeteyên DAIŞ û bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî rexne kir.