Kesên li Sêwasê hatibûn qetilkirin li Bîelê hatin bibîranîn

Kesên ku di qetlîamên Sêwas û Çorûmê de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarê Bîelê yê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) bi wesîleya qetlîama Sêwasê li bajarê Bîelê yê Swîsreyê bi çalakiyekê kesên ku di qetlîamên Sêwas û Çorûmê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî.

Di bibîranînê de hevberdevkê demkî yê HDK-Ewrûpayê Demîr Çelîk qala qetlîamên li ser Elewiyan kir.

Çelîk diyar kir ku qetlîama Sêwasê bi destê dewletê hatiye kirin û kesên ku ev qetlîam kirine hê jî derneketine holê û nehatine darizandin.

Hevserokê FEDA’yê Velî Kaya jî diyar kir ku dewletê her dem Elewî kirine hedef û li Tirkiyeyê Kurd û Elewî hê jî êşê dikişînin.

Kaya got ku, “Li hemberî pergala redkar û navendparêz, divê Elewî bi Tevgera Azadiyê ya Kurdan re bin.”

Piştî axaftinan ji bo bibîranîna kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, mûm hatin pêxistin.

Di heman demê de li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê jî li Navenda Çandê ya Elewiyan jî çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin.