Kesên ku li erdhêjê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

Li Îskenderûnê kesên ku li erdhêjê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn. Di bîranîna de balkişandin ser rola desthilatdariyê û peyama, "Jibîrkirin tune ye, efûkirin tune ye, helalkirin tune ye" hate dayîn.

Di 2'emîn salvegera erdhêja 6'ê Sibatê de li Îskenderûnê bîranîn hate lidar xistin. Di bîranîna ku ji aliyê Însîyatîfa 6'ê Sibatê ve hate lidarxistin de li pêş Alaya Behrê meşa bi meşalê destpê kir û heta ber mala Cemê ya Haci Bektaş-I Velî dewam kir.

Di meşê de weneyê kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan hate rakirin. Gel bênavber dirûşmeya, "erdhêj ne, îxmalkirin dikuje", "erdhêj jibîr neke, nede jibîrkirin", "AKP wê hesab bide gel" hate berz kirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlementera DEM Partiyê Saliha Aydenîz, parlementera CHP'ê Nermîn Yildirim û nûnerên partiyên siyasî, rêxisitinên raya giştî yên demokratîk û gelek kes jî tevlî meşê bûn.

Gel li pêş mala Cemê ya Haci Bektaş Velî kom bû û ji bo kesên jiyana xwe dan find pêxistin. Li pey rêzgirtinê daxuyanî hate dayîn.

'EM ÊN KU DI ENQAZAN DE HIŞTÎNÊ JÎ, YÊN KU MEHKUMÎ KONTEYNERÊ KIRINÊ JÎ NASDIKIN'

Daxuyanî ji aliyê Birgul Guden ve hate xwendin. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Herî zêde bajarê me ji erdhêjê bandor bû û mirin jî herî zêde li bajarê me hate jiyandin. Em ê neb,ma planekî dewletê ya karesatê, çêkirine xaniyên qaçax ligel ku hişyariyên mirovên zanistê hebûn jî tu tedbîr negirtina wan jibîr nekir û em ê nedin bîrkirin. Soza ku me dabû wendahiyên xwe me jibîr nekir û em ê nehêlin were jibîrkirin. Em ên ku me di bin enqazê de hiştînê û me mehkumî konteynirê kirine jî nas dikin. Em ê ji berpirsan hesab pirskin û bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Jibîrkirin tune ye, efûkirin tune ye, helalkirin tune ye.!"