Kerry bi Enqereyê re di nav bazirganiya DAIŞ de ye
Kerry bi Enqereyê re di nav bazirganiya DAIŞ de ye
Kerry bi Enqereyê re di nav bazirganiya DAIŞ de ye
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry ji bo Tirkiyeyê tevlî koalîsyona dijî DAIŞ bike hat Enqere.
Kerry destpêkê bi Wezîrên Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re rûnişt. Beriya hevdîtinê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ku agahî dan endamên çapemeniyê got: “Di rojeva wan de mijarên Sûriye, Iraq, pêvajoya aştiyê, Ermenîstan, Qibris û Ukrayna hene. “
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry jî anî ziman ku Tirkiye û DYA ne tenê mutefîqên NATO ne, mijarên ji Libya heta Malî û heta Rojhilata Navîn wan eleqeder dike û got ku gelek tiştên em biaxivin hene.
Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat operasyona li dijî DAIŞ hat rojevê. Hat hînbûn ku di hevdîtinê de Çavuşoglu ji Kerry re ragihandiye ku Tirkiye di mijarên însanî de amade ye piştgiriyê bide.
Piştî hevdîtinê ku ti daxuyanî nehat dayîn, John Kerry ê derbasî Koşka Çankaya bû ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hat pêşwazîkirin.