Kemalbay: Tecrîda li ser Ocalan wê şer mezin bike

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay destnîşan kir, ku tecrîda li ser Ocalan wê şer mezin bike û xwest, tavilê hevdîtin li Îmraliyê bê kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî demeke dirêj civîna koma xwe ya jinan a heftane pêk anî. Tevî endamên Dayikên Şemiyê û Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ji Enqere, Konya, Mûş, Eskîşehîr, Amed û Stenbolê, nûnerên gelek saziyên jinan tevlî civînê bûn.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera erdheja Wanê, mirovên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Serpîl Kemalbay işaret bi rewşa Pîra Sisê ya 78 salî kir, ku li Gimgimê hate girtin û çend roj berê sirgûnî Tarsûsê hate kirin. Kemalbay got, "Pîra Sisê bi rengekî nehiqûqî hate girtin û ya ku lê tê kirin, êşkence ye."

Kemalbay bal kişand ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir:

"Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, xaleke girîng a rojevê ye. Nûçeyên di hin hesabên medya civakî de hatin weşandin, der barê ewlekariya jiyana Birêz Ocalan de rê li ber fikaran vekirin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, cihê bikaran e. Propaganda tarî ya li ser ewlekariya jiyana Birêz Ocalan ku li rojavayê welêt an jî erdnîgariya Kurdan tê kirin, nîşaneya xeteriyeke mezin e. Ew xeterî jî dikare rê li ber dijwarbûna şerê heyî veke. Ji bo bê tespîtkirin bê rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan çawa ye, ji bo rewşa ewlekarî û tenduristiya wî bê eşkerekirin, divê parêzer, malbat û wekîlên me pê re hevdîtinê bikin. Em dibêjin; tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ya ku niha tê kirin, ji tecrîdê jî wêdetir ferzkirina şer e. Em bang li hikumetê dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe."