Kemalbay: Li vî welatî yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay di Mîtînga Wijdan, Edalet û Demokrasî ya HDP’ê de axivî û wiha got; “Li vî welatî yên li ber xwe didin wê qezenc bikin. Em ê bi hev re qezenc bikin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî mîtîngên li Stenbol, Amed û Wanê mîtînga 4'emîn a "Wijdan, Edalet û Demokrasî" li Qada Ûgûr Mûmcû ya Edeneyê pêk anî. Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn û eleqeyek mezin nîşanî mîtîngê dan.

Li qada mitîngê alayên HDP'ê û pankartên "Ji bo Demokrasî û Aştiyê em ranewestin. Faşîzmê rawestînin", "Hebûnên xwezayî û çandî nayên talankirin", "Ji bo têkoşîneke hevpar", "Mafên civakî yên kedkaran nayê xwarin" û "Ji mafê aştiya civakî paş ve gav nayê avêtin" vekirin. Bi hezaran kesên ji çar aliyên Edeneyê berê xwe dan qada mîtîngê di nuqteyên cuda re 3 caran di lêgerînê re derbas bûn. Li nuqteyên lêgerînê yên polîsan ava kiribûn welatî yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn.  Ji ber tevlêbûna zêde li nokteyên lêgerînê bi sedan kes ketin dorê û îzdîham pêk hat. Her çend polîsan qada îstasyonê girtin jî welatiyan bi tevlêbûnek zêde barîkatên polîsan rakirin û ketin qada mîtîngê. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran hatin qada mitîngê.

Girseya ku li qadê kom bûn bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz dikin. Endam û rêveberên HDK, DBP, KESK, CHP, TMMOB, Odeya Tabîban a Edeneyê, Platforma Elewiyan a Edeneyê, Mala Gelan, EMEP, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî û gelek rêxistinên din tev li mîtîngê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtinê û sirûda "Çerxa Şoreşe" dest pê kir.

ÎTÎFAQA AKP-MHP'Ê LI SER DIJMINANTIYA KURDAN HATIYE AVAKIRIN

Parlamentera HDP'ê ya Edeneye Meral Daniş Beştaş, bi pirsa "Li vî welatî wijdan û edalet heye? " dest bi axaftinê kir. Beştaş, anî ziman ku hikûmet hemû kes xistine bin tirsê û wiha got: "Bi hezaran polîs, dozger û dadger hatin îxrackirin. Hatin girtin. Kedkarên aştîxwaz hatin îxrackirin. Hemû kes di bin zexta hikûmetê de ne. Lê em ê vê rêveçûnê rawestînin. Em ê vî welatî bigînin aştî, aramiyê û em ê biratiyê li vî welati pêş bixin. Li vî welatî edalet tune ye. Em ê edalet, wekhevî û azadiyê bînin vî welatî. Li vî welatî AKP û MHP li çavê mirovan dinihêre û dijminantiya 20 milyon mirov dike. Îtîfaqa wan li ser dijminantiya Kurdan hatiye avakirin. Êrîşî cenazeyê dayika Alîkara Hevsera Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk kirin. Em bang li Wezîr Soylû dikin ku bila îstîfa bike." 

OCALAN DI BIN TECRÎDA GIRAN DE YE

Beştaş, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha berdewam kir: "Di polîtikayên AKP'ê yên hundir û derve de şer heye. Niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bila sûcê mirovahiyê tecrîd bê rakirin. Duh tezkere di meclîsê re derbas kirin. CHP, MHP û AKP bûn yek û biryara şer dan. CHP li aliyekî meşa edaletê pêk tîne, li aliyê din şer dixwaze. CHP ji her kesî re edaletê dixwaze, lê ji Kurdan re naxwaze."

Beştaş nexistina posterên Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî rexne kir û dawî li axaftina xwe anî.

325 ROJ IN HEVSEROKÊN ME DÎL HATINE GIRTIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî derket ser dikê û girse silav kir. Kemalbay, diyar kir ku 325 roj in Hevserokên HDP'ê yên Giştî û wekîlên wan dîl hatine girtin û wiha got: "Li vî welatî daraz, zagonçêkirin û rêveberî ketiye destê AKP'ê. Tevî vê yekê AKP ji gel ditirse. Ji dengê Hevseroka me Figen Yuksekdag ditirsin. Bi vê tirsê êrîş dikin. Ji hevserokê me Selahattin Demirtaş ditirsin. Ji ber vê tirse êrîşî partiya me dikin. AKP bûye belayê serê her kesî. Îtîfaqa Erdogan-Bahçelî welat xistiye nava kaosê. Ji bo hebûna xwe îtîfaqê diparêzin. Duh tev bûn yek û dîsa tezkere di meclîsê re derbas kirin. Tu mafê we tune hûn şerê xwe derbasî Rojava û Başûrê Kurdistanê bikin. Niha AKP penaberên Sûriyeyê wekî karkerên keda erzan dixebitîne. Wan wekî hemal dibîne. Îro li vî welatî ji her 4 mirovan yek betal e. Tenê li gorî daneyên TÛÎK'ê ji sedî 10 mirov betal e. Em ji Erdogan dipirsin welatê we yê mezin ev e?

Bi tayînkirina qeyûman demokrasî pêş nakeve. Aştî pêş nakeve. Em dîsa dibêjin têkoşîna gelan wê bi ser bikeve. Aştî, demokrasî û azadî wê bi ser bikeve. Em ê bi hev re bi têkoşîna xwe bi ser bikevin.”

Mîtîng bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû. Ciwanan piştre ber bi Ziya Paşa ve bi dirûşmeyan  meşiyan. Lê polîsan bi hinceta dirûşme  berz kirin meş  qut kir. Di wê kêliyê de ciwanek bi sedema dirûşme berz kiriye, hat binçavkirin.