Kemalbay: Ev gel wê ji dîktatoriya Erdogan rizgar bibe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay, diyar kir ku dijminên Kurdan wina kirine û got: “Bila gumana tu kesên nebe wê ev gel ji dîktatoriya Erdogan û rejîma yek kesiyê rizgar bibe.”

Piştî wekîltî û endamtiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat xistin, HDP'ê di 20'ê Gulanê de 3’emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Di kongreyê de Serpil Kemalbay wekî hevseroka Giştî ya HDP'ê hat hilbijartin. Serpîl Kemalbey, piştî hat hilbijartin civîna yekem a koma HDP'ê li meclîsê pêk anî. Serokwekîlê Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, bal kişand ser peyama hevserokan a Kongreyê û wiha got: "Civak ji bo em aştiye pêş, bixin rol û misyon daye ser me."

'KESÊN BI DAÎŞÊ RE ŞER DIKIN SLAV DIKIM'

Hevseroka HDP'ê Serpil Kemalbay, piştî Kerestecîoglu, derket dikê û gelê Çerkes silav kir. Kemalbey, diyar kir ku daxwazên gelên Çerkez di heman demêde daxwazên wan in û wiha got: "Em êrîşa li dijî îngîlistanê şermezar dikin. Em hemû êrîşên li dijî mirovan şer dikin. Ev êrîş nîşan didin ku divê em tekoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê xurt bikin. Ez hemû têkoşîna li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê silav dikim."


Kemalbay, destnîşan kir ku ji 7'ê Hezîranê heta niha 10 hezar endam û rêveberên wan hatine binçavkirin û 5 hezar endam û rêveberên wan hatine girtin. Kemalbay, hevserok û wekîlên girtî silav kir û anî ziman ku ew hêzê didin wan û wiha got: "Em dê bêtir têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin. Dîrok nîşanî me dide ku aştî, demokrasî û azadî tenê bi têkoşînê bi ser dikeve. Figen Yuksekdag dîsa hevseroka partiya me ye. Hemû kesên bêjin ‘Jin jiyan azadî’ hemû her yek Figen’ in. "

NIKARIN HDP'Ê TUNE BIKIN

Kemalbey, bal kişand ser destnedayînan û wiha got: "Dixwazin bi destnedayînan HDP’ê tune bikin. Lê nekarîbûn bi ser bikevin. Di êrîşên li dijî HDP’iyan de tenê yên di ber xwe dan dîsa HDP bû. Dîsa li girtîgehan zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Recep Tayyîp Erdogan di kongreya xwe de got ‘Dê OHAL ranebe' Pêdiviya hemû gelan bi qasî av û nan bi aştî û demokrasiyê heye. Wekî Demîrtaş jî got, em dîsa dibêjin stranên me, îbadetên me, horonên em û hestên me hevpar in. Ev bang li her kesî dikin ku divê hemû kes bi hevre têkoşîna demokrasiyê bide. Em hemû baş dizanin ku heta dewlet dijminantiya kurdan bike û li çareseriyê bigere em dê hemû winda bikin. Piştî me Qanûna Bingehîn a Sala 1921'an terk kir Tirkiye winda kir. Çima em ji bo Sûriyê polîtîkayên aştiyê neparêzin. Heta ku em polîtîkayên aştiyê neparêzin aştî, aramî û demokrasî nayê Tirkiyeyê. "

Kemalbey, da zanin ku di 4 mehên dawî de 7 hezar dikan hatin girtin û sedema krîza aborî polîtîkayên şer in.

Kemalbey, bal kişand ser kongreya AKP'ê û da zanîn ku Erdogan viz bû dîsa hat xeta Çîler û Agar û wiha got: "Hemû axaftinên Erdogan li ser şer, kuştin, pevçûn û perçekirinê bû û wiha got: "Erdogan di sala 2002'an de Rewşa Awarete rexne dikir û bi rakirina Rewaşa Awarte pesnê xwe dida. Lê niha dibêje em OHAL’ê ranakin. Her dem digot 'Ji ku heta ku' Erdogan viz bû viz bû dîsa hat xeta Tansû Çîller û Mehmet Agar.

‘NE ABORÎ ENFLASYON BILIND BÛ’

Kemalbay, da zanîn ku piştî 16’ê Nîsanê ligel propagandaya dê aborî bilind bibe jî enflasyon bilind bûye û wiha got: “Bêkarî zêde bûye, ji ber AKP nikar vê rewşê birêve bibe muhcatî OHAL’ê ye. AKP hewl dide tazminata qidemê ji destê karker û xebatkaran bigire û wekî astnegiyek li pêşiya sektora reel dibînin. Divê bê pirsîn wê demê mirov li ku dimîne. Dema sektora reel tê gotin dolar tên bîra we. AKP ligel sermayeye cih digire. Tezmînara qidemê ne bar mafekî bingehîne. Li şûna dewlet TOMA’yan bişîne çalakiyên demokratîk divê ji kesên tazminata qidemê wekî barekê dibînin hesab bipirse.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ: BERPIRSYARÎ LI SER PIŞTA ME HEMÛYANE

Kemalbay, bal kişand ser greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û wiha pêde çû: “Ev çalakiya parastina kes û rûmetê ye. Em binçavkirin û girtinan jî şermezar dikin. Deriyê malên van kesan hatin şikandin, bi erdê re hatin kaşkiirn û hatin binçavkirin. Ev nayê pejirandin. Kemal Gun jî ji bo hestiyên kurê xwe bigire di greva birçîbûnê de ye. Ev tabloya şermê ye û berpirsyariya wê li ser pişta me hemûyane.”

Kemalbay, bi lêv kir ku ji ber qezaya madenê ya Şîrwanê kesek ne hat girtin û wiha domand: “7 kesên girtî bûn jî hatin berdan. Hûn berpirsyariyekê jî nagirin, dewlet hesab napirse. Di cînayetên kar de polîtîkayek bêperwaye. Divê li dijî vê xwerêxistinkirin bê bihêzkirin. Qetlîama Somayê jÎ bi heman şeklî çêbû, ew bi êşa xwe dijî berpirsyar li derve digerin. Îktîkar wekî ku tê dîtin bihêz nîne û tişta bê kirin bilindkirina têkoşîna hevpare. Ew ê di geroneka avakirine de bifetisin. Em jî wekî kesên ku aştî û demokarasiyê dixwazin divê bên cem hev û derde hevdu fêm bikin. Peywirek wiha li pêşiya me ye. Zanist, dîtin û aqlê selîm ê Tirkiyeyê dikare vî gomlekê dînîtiye ji xwe bike û bavêje. Em bawer dikin ku em ê teqez biserkevin. Em carekdin banga yeketiyê dubare dikin.”

BANG

Kemalbay axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em niha bang li hemû aliyê civakê dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê werin cem hev. Divê em bi nirxên hevpar ên demokrasiyê, li dora pîvan û bingeha siyaseta demokratîk bên cem hev. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku hêza xwe bi ya me re bikin yek. Em ê teqez biserkevin.”