Kêm maye çalakgerên Meşa Dirêj bigihin Strasboûrgê
Meşa Dirêj a ji Luksemboûrgê bi tevlîbûna enternasyonalîstên ji 27 welatan a bi şîara 'Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû' destpêkirî, di roja 10'emîn de kêm maye bigihin Strasboûrgê.
Meşa Dirêj a ji Luksemboûrgê bi tevlîbûna enternasyonalîstên ji 27 welatan a bi şîara 'Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû' destpêkirî, di roja 10'emîn de kêm maye bigihin Strasboûrgê.
Çalakgerên ku şevê din gihiştin bajarokê Wasselonê îro dîsa ketin rê. Çalakgeran bi dirûşmeyan dest bi beşa dawî ya Meja Dirêj kirin. Di dema nîvro de çalakger gihiştîn bajarokê Îttebheîm ê ku 12 kîlometre ji Strasboûrgê dûre û navberek dan meşê. Piştî navberê çalakger ji bo Strasboûrgê dest bi meşê kirin.
Çalakgerên ku di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heyî, cihên ku têre derbas dibin belavokên di derbarê meşê de belav dikin. Çalakgerên ku bala gelê Fransa dikêşe 5 kîlometre maye ku bigihijin Strasboûrgê.
Tê payîn çalagerên Meşa Dirêj di seatên pêş de bigîhijin Strasboûrgê.
Meşa dirêj a ku 1'ê Sibatê ji Luksemboûrgê bi tevlîbûna nêzî 70 enternasyonalîstên şoreşger ên ji Arjantin, Îspanya, Katalanên Baskê, Îngilîz, Fransa, Elman Swîsreyê tevlî Meşa Dirêj bibûn.