'Kêfxweş im ji ber ku tevlî vê berxwedanê bû me'

Huseyîn Yildiz ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 104 roj in li Den Haagê di greva birçîbûnê de ye got, "Min xwest bibim bersiv ji vê pêvajoya dîrokî re û kêfxweş im ku niha di nava berxwedaneke bi vî rengî de me."

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; Leyla Guven 177 roj, Nasir Yagiz 164 roj, berxwedêrên Strasbourgê û Îmam Şîş 138 roj, girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî 139 roj in di greva birçîbûnê de ne. Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Huseyîn Yildiz e ku 104 roj in li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ber xwe dide. Yildiz, dayikên ku ji bo zarokên xwe yên girtî yên di grevê de ne çalakiyan dikin silav kir û li ser greva birçîbûnê ji ANF'ê re axivî.

Hûn destpêkê dikarin xwe bi me bidin naskirin?

Navê min Huseyî Yildiz e. 09.02.1963'an li Dersimê ji dayik bûm. Min dibistanên seretayî û navîn li Pîlemûriyê, lîse jî li Dersimê xwend. Ji Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Egeyê mezûn bûm. Di navbera salên 1987-92'an de li Lîseya Mêrdînê min mamostetî kir. Sala 1992'an sirgûnî Îslahiye ya Dîlokê bûm. Navbera salên 1992-95'an li Lîseya Îslahiyeyê min mamostetî kir.

We têkoşîna azadiyê ya Kurd kengî nas kir?

Alî Haydar Kaytan û ez em xizmên hev in. Piştî ku Alî Haydar Kaytan ji Enqereyê hat Dersimê, min jî têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Piştre jî min heta vê demê cihê xwe nava têkoşîna azadiyê de wergirt. Li Lîse û Zanîngehê tevlî karên Tevgera Ciwanan bûm. Piştî ku min dest bi mamostetiyê kir, tevlî karê sendîkayê bûm. Gelek caran hatim destgîrkirin û berdan. Sala 1988'an hatim girtin û ez xistin girtîgehê. Sala 1990'î careke din li wezîfeya xwe ya mamostetiyê vegeriyam. Min karê sendîkayê heta sala 1995'an doman. Piştre jî rêwîtiya Ewropayê dest pê kir.

Hûn kengî hatin Ewropayê, li vir we çi kir?

Çileya 1995'an hatim Ewropayê. Piştî ku hatim li Den Haagê bi cih bûm û hîn jî li vir im. Li vir jî min demekê mamostetî kir. Di dema mamostetiyê de jî û piştî wê jî min karê xwe yê çandî yê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haagê domand û hîn jî didomînim.

We çawa biryar dan ku dest bi greva birçîbûnê bikin?

Piştî ku hevala Leyla Guven dest pê kir, min jî xwest bibim bersiv ji vê pêvajoya dîrokî re. Piştî kûrbûneke demekê, min biryar da ku tevlî çalakiyê bibim. Ji ber ku beşek ji vê pêngava berxwedanê me, ez kêfxweş im. Di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz, ez hevalên li zindanan û derve li ber xwe didin û dayikên berxwedêr hemûyan silav dikim.