Kedkarên Çûkûrovayê bi dengekî bilind dibêjin 'NA'
Kedkarên ciwan û extiyar ên Çûkûrovayê, ji bo zilm û zordarî biqede, ji bo wekheviyê dibêjin 'NA'.
Kedkarên ciwan û extiyar ên Çûkûrovayê, ji bo zilm û zordarî biqede, ji bo wekheviyê dibêjin 'NA'.
Kedkarên bexçeyê pirtiqalan ê li herêma Dogankent a Edeneyê dixebitin, ji ber zilm û îşkenceya dewletê ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine Çûkûrovayê. Lê li Çûkûrovayê jî aliyekî din ê vê zilm û îşkenceyê dîtine. Zarokên wan, li nava zeviyan, di nava şert û mercên giran de ku bedena mirovan nikare rake, bi erzanî tên xebitandin. Ev mirovên ku debara xwe bi ked û xwêdana li eniya xwe dikin, ji bo jiyaneke wekhev û dûrî ji kedxwariyê dibêjin 'NA'.
'GUNDÊN ME ŞEWITANDIN, LI VÊ DERÊ JÎ ZILMA XWE DEWAM KIRIN'
Di destpêkê de Ahmet Tayfûr ê 70 salî, berî em jê bipirsin, daxive: "Ez ji Wanê hatim. Dewletê gundê me şewitandin. Em koçber bûn. Di berdêla têrkirina zikê xwe de em ji xelkê re paletiyê dikin. Di vê rewşê de ez ê çawa bêjim erê? Desthilatdariya herî zalim a vê sîstemê AKP û Erdogan e. Ji AKP û Erdogan re NA, NA, NA."
Apê Ahmet bibîr dixe, bi salan e li bexçeyên Edeneyê keda wan tê xwarin û anî ziman, serdema AKP'ê serdema herî giran a kedxwariyê ye. Apê Ahmet diyar dike, rejîma AKP û Erdogan hem nasnameya neteweyî, hem jî keda wan talan dike û destn^şan dike, ku ti Kurd û Kedkar wê ji rejîma şexsekî ya Erdoagn re nebêje erê.
'JI BER CIHÊKARÎ LÊ TÊ KIRIN, JIN DIBÊJIN NA'
Zeynep Coşkûn, ku ji ciwantiya xwe ve li nava zeviyan dixebite, balê dibe ser cihêkariya ku desthilatdariya AKP û Erdogan li jinan dike. Coşkûn diyar dike, ku ji sîstemeke ku keda jinê dixwe û êrîş dike, bêguman ew ê bêje 'NA' û dide zanîn, divê jin hemû ji bo azadiyê têbikoşin. Zeynep Coşkûn dibêje, bi dengê NA, ev têkoşîn dikare dest pê bike.
'DI NAVA VÊ SÎSTEMÊ DE EZ ÇIQAS BAR HILGIRIM JÎ WÊ XIZANÎ NEQEDE'
Eyup Koklu, li bexçe heta êvarê kes nizane bê çiqas qaseyên pirtiqalan li pişta xwe dike. Eyup dibêje, ew çiqas bar hilgire jî di nava vê sîstemê de nikare ji xizaniyê rizgar bibe. Ji bo rizgariya ji vê sîstemê dibêje, weke gava destpêkê ew ê bêje NA. Piştre nîşana serketinê dike û barê li pişta xwe dibe ber bi qemyonê ve.
Seyîthan Koklu yê pirtiqalan ji darê dike dibêje: "Ez jî dibêjim NA. Em Qraltiyê û rejîma şexsekî naxwazin. Sedema me ya yekane ev e."
'JI BO DEMOKRASÎ Û WEKHEVIYÊ; NA'
Cuneyt Coşkûn jî, dema ku qaseyên pirtiqalan davêje ser milê xwe û dibe qemyonê dibêje, "Ez demokrasiyê dixwazin. Dixwazim berdêla keda min ji min re bê dayîn." Cuneyt bang li ciwanên mîna xwe dike û dibêje, "Hemû xwişk û birayên min ên kedkar, ji bo wekhevî û azadiyê, li dijî kedxawrinê divê bêjin NA."
Îzzet Coşkûn jî destnîşan dike, ku ew ê ji rêvebirina welêt ji aliyê zîhniyeteke tekparêz re bêje NA.
Kedkarên li bexçe herî dawî bi rengekî komî û bi dengekî bilind dibêjin, "Em serdestiya şexsekî naxwazin, em dibêjin NA."