Kedkarên çapemeniya azad bi endamên DAÎŞ’ê re di heman nezaretxaneyê de hatin ragirtin

Parêzera MLSA’yê Emîne Ozhasar diyar kir ku rojnamevanên mêr bi endamên DAÎŞ’ê re di heman nexaretxaneyê de hatine ragirtin û ji ber vê yekê nekarîne rakevin.

Di serdagirtina malan ên 23’yê Nîsanê yên li Stenbol, Enqere û Rihayê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û xebatkarên Çapemeniya Azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak hatin binçavkirin. Di lêgerîna ne li malên aîdê rojnamevan Enes Sezgîn û Erdogan Alayûmat de hatin kirin de alavên ne aîdê wan hatin desteserkirin û ji bo dosyayê biryara veşarî hate dayîn.

Parêzera Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar di 24’ê Nîsanê de serdana kedkarên çapemeniya azad ên ku bi awayekî keyfî hevdîtina wan ligel parêzeran hatiye astengkirin kir û derbarê mijarê de agahî da ANF’ê.

‘ROJNAMEVAN ŞEVEKÊ TEVÎ ENDAMÊN DAÎŞ’Ê DI NEZARETXANEYÊ DE HATIN RAGIRTIN’

Parêzer Emîne Ozhasar a ku li Midûriyeta Polîsan a Vatanê bi kedkarên çapemeniyê re hevdîtin pêk anî, destnîşan kir ku li dijî rojnamevanên binçavkirî zext bi rêbazên cuda tê pêk anîn. Emîne Ozhasar, diyar kir ku bi taybetî rojnamevanên mêr şevekê bi kesên ji ber sûcên DAÎŞ’ê hatine binçavkirin re di heman nezaretxaneyê de hatine ragirtin û got ku ji ber xwe di ewlehiyê de hîs nekirine bi şev qet raneketin e. 

‘DI BIN NAVÊ MULAQATÊ DE XWESTIN ÎFADEYÊN WAN BIGIRTIN’

Emîne Ozhasar, da xuyakirin ku di bin navê "mulaqatê" de hewl hatiye dayîn bi zorê îfadeyê rojnamevanan bê girtin û got ku pirsên dûrî aqil ên wekî "Hûn çima di vê ajansê de dixebitin?" û "Hûn bi talîmatan nûçe çêdikin? hatine pirsîn.

Emîne Ozhasarê destnîşan kir ku her wiha  moralê wan hemûyan jî  bilind e û got: ‘’Herî zêde jî meraq dikirin ku li derve piştevaniya wan dikin yan na. Ji ber ku di dosyaya wan  de biryara veşartiyê heye. Nedizanîn bê ka çima hatine binçavkirin, têkildarî wê mijarê jî pirs li me kirin. Bi qasî ku me dizanî, dosya aîdî lêpirsîneke sala 2022’yan e. Lê belê em ji pirsên mulakatê fêm dikin ku hewl didin dîsa xebatên rojnamegeriyê krîmînalîze bikin.’’

‘PIŞTÎ TÊKÇÛNA XWE YA HILBIJARTINAN DEST BI BINÇAVKIRINA KIRIN’

Emîne Ozhasarê anî ziman ku hedefgirtina xebatkarên çapemeniya azad sîyasî ye û got ku ev binçavkirin têkildarî têkçûna wan hilbijartinê ye.

Emîne Ozhasarê bi bîr xist ku çapemeniya Kurdî tim bi zextên desthilatdariyê re rû bi rû ye û ev yek anîn ziman: ‘’Çapemeniya Kurdî tim ji aliyê desthilatdariyê ve tê hedefgirtin. Her wekî ku di hemû lêpirsînan de tiştekî mezin heye derheqê dosyayan de biryara veşartiyê didin. Lê belê em piştre dibînin ku hewl didin ku di van dosyayan de karê rojnamegeriyê wekî sûcekî nîşan bidin. Me ev yek beriya niha di dosyayên rojnameger Abdurrahman Gok, Dicle Muftuoglû û Sedat Yilmazî de jî dît. Tawanên berbehs tim têkildarî nûçeyên ku amade kirine û çavkaniyên nûçeyan de ne yanî têkildarî xebatên rojnamegeriyê de ne. Di vê dosyayê de jî wê heman tişt pêk were.  Li vir bi rêya çapemeniya Kurdî tişta ku dixwazin krîmînalîze bikin, rojnamegerî û mafê gel ê ragihandinê ye. Ne pêkan e ku ev yek were qebûlkirin. Me weke parêzeran îtîrazî biryara veşartîbûna dosyayê û dirêjkirina dema binçavkirinê kir û her wiha em ê parastina rojnamegeran bidomînin.’’