KCK û Neteweya Demokratîk - VII
Bûyîna fikrî diviyabû êdî veguheriya bûyîna bedenî. KCK û Neteweya Demokratîk wê bibûya navê vê bedenbûyînê.
Bûyîna fikrî diviyabû êdî veguheriya bûyîna bedenî. KCK û Neteweya Demokratîk wê bibûya navê vê bedenbûyînê.
Avabûna PKK'ê dihate wateya bûyîna fikrî ya gelekî. Watedarbûyîna heqîqeta Kurdan bû. Pêvajoya ji sala 1980'î heta 2005'an ew pêvajo bû ku Kurd ji koletiyê derbasî asta azadî û jinûve vejînê bû. Pirsgirêkên ku piştî sala 2005'an rû dan, pirsgirêkên vejînê nebû, pirsgirêkên jiyana azad û nasnameya cewherî bûn.
Dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurd xwe diguhert, dijmin jî ne dijminê berê bû. Bi polîtîkayên hîn zirav û qirêj hebûna Kurd û Kurdistanê qebûl kiribû. Di pêvajoyeke bi vî rengî de Rêber Apo diyar kiribû ku divê pênaseyeke nû ya Kurd û PKK'ê, pênaseyên sîstema nû bê kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêwîstiyan sîstemeke hîn mayinde diviyabû. Dihate wê wateyê ku têkoşîn ji nû ve bê dewamkirin, destketî û nirxên madî û manewî bi navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bê şênberkirin û biwatekirin. Neteweya Demokratîk jî sîstemeke alternatîf bû ku li hemberî rêxistiniya netewe dewletê ya modernîteya kapîtalîst, civak ji neçariya dewletê rizgar dikir. Ev yek jî bi tespîta 'modela çareseriyê' ya dîroka PKK'ê re wê ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibûya mînak. Rêber Apo sala 2003'an weke destpêka wê demê îfade kir ku PKK û KCK'ê di çarçoveya pênaseya modernîteya demokratîk de xwe bi rengekî fermî ragihand. Rêber Apo destnîşan kiribû ku ev dem weke 'bûyîna mezin a sêyemîn' dikare bê binavkirin.
PRATÎKKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Rêber Apo li ser rol û wateya KCK'ê nirxandin kiribû û gotibû, "Piştî ku rastiya civakî û dîrokî hate fêhmkirin û hate têgihiştin ku netewe dewletperestî xefikeke kapîtalîzmê ye, PKK'ê weke sîstema rêveberiya demokratîk a gel KCK îlan kir. Çi di bin sîwana netewe dewletekê de be (eger dilsoziya xwe ya bi demokrasiyê re qebûl bike) çi jî bi tena serê xwe be, otorîteya siyasî ya ku gelê Kurd qebûl bike rêveberiya xweseriya xwe ya demokratîk e. KCK para gelê Kurd a vê modelê ye. Tê wateya demokratîkbûna civakê. Weke sîstem, bêyî ku bikeve rewşa şovenîzma neteweyî ya gelan, şerê sînoran, burokrasiyê, neteweperestî û netewe dewletperestiyê, tê wateya hevparbûyîn û avakirina otorîteyên siyasî yên dilxwazî. KCK nîşaneya pêşniyarkirin û pratîkkirina modela çareseriya neteweya demokratîk e ku ev yek ne tenê ji bo Kurdan he wiha ji bo hemû civakên netewe derbas dibe. KCK rêya çareserî û aştiyê bi terikandina sê hêmanên modernîteya kapîtalîst (netewe dewlet, qezenca herî zêde û endustriyalîzm) hêmanên modernîteya demokratîk (neteweya demokratîk, aboriya bazarê ya civakî ya qezenc û endustriya ekolojîk) weke alternatîf destnîşan dike."
HER TIM ALÎGIRÊ ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ YE
Rêber Apo destnîşan kir ku KCK netewe dewletê ji xwe re nake armanc, neteweya demokratîk datîne pêşiya xwe, lewma her tim alîgirê çareserî û aştiyê ye, li danûstandin û diyaloga bi hêzên netewe dewletê re vekiriye, eger di vê de bi ser nekeve wê bi hêza xwe neteweya demokratîk ava bike, bi rê ve bibe û biparêze.
DI NAVA KCK'Ê DE MAFÊN BINGEHÎN Û AZADÎ
Koma Civakên Kurdistanê (KCK);
* Sîstemeke demokratîk û konfederal a civakîparêz e.
* Demokrasiyê, azadiya jinê û jiyana ekolojîk ji xwe re dike esas.
* Rêxistiniyeke civakî, demokratîk û siyasî ye ku ne bi rengê dewletê lê bi rêbaza pehn û pîramîtî xwe bi rêxistin kiriye.
* Ji ailyê civakî, etnîkî û baweriyê ve civakên gelan xwe li ser bingeha kongre-meclîs-komun, akademî û kooperatîfan bi rêxistin dikin.
* Li ser bingeha aliyên netewetiya demokratîk (Civakî, siyasî, hevjiyana azad, aborî, ekolojîk, hiqûqî, çandî, xweparastin û dîplomatîk) xwe bi rêxistin dike.
* Alternatîfa demokratîk a xwecihî û tevlîkariya di her astê de ji xwe re dike esas. Jiyana bi hev re ya li ser bingeha azadî û wekheviyê qebûl dike.
* Nêzîkatiya netewe dewletê ya li çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd red dike, ji xwe re dike esas ku modela netewetiya demokratîk bi xweseriya demokratîk pêk bîne, li hundir neteweya demokratîk, li derve jî konfederasyona demokratîk a gel û neteweyan ji xwe re dike esas.
MAFÊ NETEWEBÛNA DEMOKRATÎK
Rêbe Apo got, "PKK ji aliyê şênberî û rojane ve bi du pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye" û bal işand ser çareseriya demokratîk û aştiyê. Rêber Apo ev tespît kir, "Em qala pirsgirêkên şer û aştiyê dikin ku bi hev re di nava têkiliyeke xurt a diyalektîk de ye. Qebûlkirina mafê bûyîna neteweya demokratîk ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd formula çareseriyê ya herî nêz e. Hêzên ku li ser Kurdan û Kurdistanê di statuya qirkirinê de israr dikin, naxwazin di nava yekparebûna netewe dewletê de xwe nêzî formula çareseriya demokratîk aştiyane bikin."
Rêber Apo destnîşan kir ku PKK a ku xwe guhertiye, modela çareseriyê ya nû weke neteweya demokratîk destnîşan dike.
PÊNASEKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Neteweya demokratîk;
* Nasname dûrî ji pênaseyên hişk, tevlîbûna wekhev a hemû nasnameyên kes, kom, zayend, çînî, olî, etnîkî û her beşên civakê ji xwe re dike esas.
* Civatên olî û etnîkî yên bi hev re dijîn weke çavkaniyeke dewlemendiyê dibîne.
* Asta azadiyê ya jinê û tevlîbûna wê li nava civakê weke asta demokratîk û azadiya civakê dibîne.
* Baweriya xwe bi wê yekê tîne ku netewebûna demokratîk dema ku jinê giraniya xwe da ser, hingî dikare pêk were.
* Ji xwe re dike esas ku hemû cihêrengiyên li nava civakê xwe bi rengekî azad îfade bikin.
* Gigrêdana kes-civakê ya bi dewletê re red dike.
* Pirsgirêkên civakî ne bi rêxistiniya dewletê lê bi rêxistiniya xwe ya civakê çareser dike û vê yekê ji xwe re dike esas.
* Xwe ne tenê dispêre hiqûqê, her wiha pîvana exlaq û wijdanê ya civakê ji xwe re dike esas.
* Bi bicihanîna demokrasiyê ya yekser a civakê re îradebûyîna xwe dispêre komun, meclîs, kooperatîf û akademiyan ji xwe re dike esas.
Wê dewam bike...