KCK: Kujerên Madimakê û DAÎŞ ên hev in

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, mirovên ku 2'ê Tîrmeha 1993'an li Madimakê di komkujiyê de hatin kuştin bi bîr anî.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Kujerên komkujiya Madimakê û yên mîna DAÎŞ'ê bi saxî mirovan dişewitînin û serê mirovan jê dikin, ji aliyê mejî ve yên hev in."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskîw eşand û got, "Em, ên ku berî niha bi 25 salan li Madimak a Sêwasê komkujî kirin û dan kirin bi tundî şermezar dikin û şehîdên demokrasiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"2'ê Tîrmeha 1993'an paşverûtiya olperest neteweperest hate sorkirin û 33 canên Elewî û rewşenbîrên dostên Elewî bi saxî hatin şewitandin û kuştin. Bi rêya vê komkujiyê xwestin, Elewiyan ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê vegirin û nehêlin destekê bidin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd. Bi vî rengî, di navbera gelên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ji tirsê dîwarek hatiye lêkirin.

Kujerên komkujiya Madimakê û yên mîna DAÎŞ'ê bi saxî mirovan dişewitînin û serê mirovan jê dikin, ji aliyê mejî ve yên hev in. Dînê ku exlaq, wijdan û edaletê civakê ye, kirin amûrek ji bo pêkanînên xwe yên bê wijdan, bê exlaq û bê edalet. Li Tirkiyeyê dema ku dîn dibe maskeya neteweperestiyê, hingî veguhere karekterekî dijwar ê komkujî û qirkirinê. Komkujiya Madimakê bûyereke yekane nîne. Niha jî, çeteyên ser bi AKP'ê ve ya jî piraniya civatên ku ji aliyê AKP'ê ve tên birêvebirin, xwedî karaktereke neteweperest olperest in ku komkujiyên mîna Madimakê niha jî ji wan tê. Lewma Madimak nebihuriye, hîn jî metirsiya rûdana bûyerên mîna Madimakê li ser gelên Tirkiyeyê heye û ev metirsî ne dûr e.

Têrê nake ku tenê di salvegera komkujiya Madimakê de kujer bên şermezarkirin û çeleng li cihê komkujiyê bê danîn. Bêguman divê ew bên kirin. Lê belê ji bo tol ji berpirsyarên komkujiyê bê hilanîn û destûr neyê dayin ku careke din mîna Madimakê komkujî bên kirin, divê têkoşîna demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê bê xurtkirin. Bi hêz bûna baweriyê, bi cihgirtina li nava têkoşîna demokrasiyê diyar dibe.

Elewî û rewşenbîrên dostên Elewî ji ber ku di nava têkoşîna demokrasiyê de cih girtin roja 2'ê Tîrmeha 1993'an hatin kuştin.

Ji bo xwedî li bîranîn û hesreta wan bê derketin, divê mirov hîn bêhtir tevlî têkoşîna demokrasiyê bibin û têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê geştir bikin.

Civata Elewî di salvegera komkujiya Madimakê de divê hîn bêhtir cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigirin û bi demokratîkkirina Tirkiyeyê re hebûna Elewiyan ewle bikin. Ev yek banga şehîdên 2'ê Tîrmehê ye."