KCK'ê Meşa Mezin a Kolnê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo meşa li bajarê Kolnê hate lidarxistin, peyameke pîrozbahiyê weşand.

KCK'ê diyar kir ku bi meşa Kolnê re kampanya azadiyê ya ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de destpê kir derbasî qonaxeke nû bûye û got, "Em bang li gelê xwe, dost, jinan, ciwanan û her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin, di çarçoveya kampanya azadiyê de li her derê bi milyonan mirovan bigihînin hev û kampanya azadiyê bigihînin serketinê."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye: "Di çarçoveya kampanya azadiyê de ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di 17'ê Sibata 2024'an de li bajarê Kolnê meş û mîtîngeke mezin hate lidarxistin. Bi banga rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê û dostên gelê Kurd, bi deh hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve meşiyan û bi beşdariya bi sed hezaran kesî jî mîtîngeke gelekî bi heybet hate lidarxistin. Em vê mîtînga bi heybet û bi wate silav dikin, gelê xwe yê welatparêz ê tevlî mîtîngê bûye û her kesên ku ked dane ji dil pîroz dikin. Dost, jin, ciwanên enternasyonal ên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi berpirsyarî radibin, pêşengiyê ji kampanya azadiyê re dikin hemûyan her wiha pîroz dikin, hewldanên wan silav dikin, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Ew helwesteke gelekî girîng, gelekî bi wate nîşan didin. Gelê Kurd hewldan û helwesta wan a piştevaniyê gelekî hêja dibîne.

Bi meş û mîtînga mezin a Kolnê re kampanya azadiyê gihîşt bi sed hezaran kesî û bi vî rengî derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonax jî girseyîbûna kampanya azadiyê ye. Kampanya azadiyê ya ku dostên gelê Kurd di 10'ê Cotmeha 2023'an de dan destpêkirin û pêşengiyê jê re dikin, bi mîtînga 17'ê Sibata 2024'an re girseyî bû û gihîşt qonaxeke nû. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve kampanya azadiyê wê li her derê, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi beşdariya bi milyonan mirovî hîn girseyî bibe. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, dostan, jinan, ciwanan, her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin, di çarçoveya kampanyaya azadiyê de li her derê xwe bigihînin bi milyonan mirovî û kampanya azadiyê bi ser bixînin."