KCK’ê Cejna Laleşê pîroz kir
KCK’ê Cejna Laleşê pîroz kir
KCK’ê Cejna Laleşê pîroz kir
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê cejna Laleşê pîroz kirin û balkişandin ser êrîşên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û bang li Êzdiyan kirin ku yekitiya xwe bi hêz bikin û xwedî li berxwedana Rojava derkevin.
Komîteyê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Heca Laleşê, îfadeya yekitiya Gelê Êzdî ya li her parçeyên cîhanê belav bûye. Bi wesîleya cejna Laleşê gelê Êzdî bi birayên xwe yên di nava hewcedariyê de ketiye nava piştevaniyê û gele pirsgirêkên civakî jî di van rojan de li vî warî çareser dikin. Cejna Laleş û Heca Laleş di heman de îbadet û cejneke ku ji bo jiyaneke azad a gelan e. Heca Cemaya Laleş, ligel aştî, biratî û yekitiya gelê Êzdî, îfadeya biratiya bi gelan re ye jî. Em cejna Laleşê di serî de li gelê Êzdî û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin.
Cejna Laleşê di van rojên ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîş pêk tên de, tê pêşwazîkirin. Ev geşedan li gelê me peyameke bi hêz ya aştî û biratiyê ferz dike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku bi van êrîşan baweriyên cuda yên gelê kurd tê hedef girtin û wiha hat gotin: “
Li Sûriye, Rojava, Iraqa û Başûrê Kurdistanê her roj, komên ku ji xwe re ol kirine rupuş, bi awayekî hovane êrîşê gel dikin. Tirkiye piştgiriyê dide van êrîşên hovane yên li ser gelê kurd û heta di nava organîzasyonê de jî cih digire. Ji ber ku aktorên herêmî û global jî bedel çi dibe bila bibe, modeleya Netewa Demokratîk hedef digire. Ev hêz ji bo bigihêjin armancên xwe, di bi navê îslamiyetê de êrîşê gelê me yê Êzdî, Elewî û Xiristiyan dikin. Bi vî awayî jî hawira jiyanek ku bi hevre bê jiyîn, tune dikin.
Polîtîkayên di asta îstîsmara ola îslamê de tê kirin, gelê ji baweriyên cuda yên Êzdî, Elewî, Xiristiyan, Kakaî, Yarsan û Zerduşt bi din tehdîdê de dihêle.” Komîteyê banga piştevaniya berxwedana Rojava kir.
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bi wesîleya cejna Laleşê banga bi hêzkirina yekitiyê kir.