KCDK-E’yê li dijî êrîşên qirkirinê banga mezinkirina tekoşînê kir

KCDK-E'yê bang li hemû gelê Kurd kir ku di rojên girîng de yên weke 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 28'ê Adarê, li dijî êrîşên qirkirinê tekoşînê mezin bikin.

KCDK-E’yê beriya rojên girîng ên weke 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 21'ê Adarê Cejna Newrozê û 28'ê Adarê Roja Lehengiya Neteweyî daxuyaniyek weşand û bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên qirkirinê têkoşînê mezin bikin.

Daxuyaniya KCDK-E’yê bi vî rengî ye: ‘’Di meha Adarê de ku meha qirkirin û tekoşînê ye, têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardarî berdewam dike.

Rêber Apo pêşengê hedefa Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk e. Ji ber vê yekê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê di şexsê Rêber Apo de êrîşên xwe yên qirkirinê yên li ser gelê Kurd didomîne.

Bi ruhê seferberiyê yê bibiryar ji bo berfirehtirkirina  kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hate destpêkirin, em weke KCDK-E û hemû pêkhateyên wê derbasî merhaleyeke nû bûn.

Weke KCDK-E em ê hem li dijî komplogerên navneteweyî hem jî li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Newrozên 2024’an, 28’ê Adarê Roja Lehengiya Neteweyî, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û 1’ê Gulanê Roja Karkeran Cîhanê bi temamî girêdayî vê kampanyaya global pîroz bikin. Em weke bi milyonan mirovan em ê li qadan bi hev re weke ‘Ji Rêber Apo re Azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dengê xwe bilind bikin.

Me Helebçe, Qamişlo, Gazî û Efrîn jî ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin jî.

Dîktator Saddam di sala 1988’an de li Helebçeyê bi gaza kîmyewî 5000 Kurd qetil kir. Her wiha dewleta Tirk a  dagirker jî di 12’ê Adara 1995’an de li Stenbolê Komkujiya Taxa Gazîyê pêk anî. Rejîma Sûriyê jî di 12’ê Adara 2004’an de di navbera Kurd û Ereban de bi provokasyona pevçûnan komkujî pêk anî. Faşîzma AKP û MHP’ê di 18’ê Adara 2018’an de bi heman zîhniyetê û polîtîkayên komkujiyan bajarê Efrînê dagir kir. Tevî ku van hemû polîtîkayên komkujî û dagirkeriyê ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê re nebûne asteng her wiha hêrs û biryardariya tekoşînê ya gelê zêdetir kiriye.

Em weke KCDK-E’yê bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku li dijî van êrîşên komkujî û qirkirinê li her derê girêdayî yekitiya neteweyî bi erk û berpirsiyarên xwe yên wijdanî û exlaqî tekoşînê mezintir bikin û azadiya gelê xwe pêk bînin ku ev yek mezintirîn daxwaza şehîdên me ye.’’