KCDK-E'yê ji bo civîna çapemeniyê ya 10'ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya 10'ê Gulanê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a qirker di 24'ê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin êrişa qirkirinê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrişa dagirkeriyê ya berfireh ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin êrişek ji bo tunekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd e. Bi rêya vê êrişa qirkirinê tê xwestin ku Kurd weke netewe bê tunekirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hemû hêza li tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd şerê parastinê dimeşîne.

Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê parastina çar parçeyên Kurdistanê ye, têkoşîna rawestandina qirkirina Kurdan e. Êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurdistanê û qirkirina Kurdistanê ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê gelê Kurd vê êrişa qirkirinê weke êrişa man û nemanê bibîne û li dijî vê êrişê li ber xwe bide.

Li gorî daxuyaniyê wê 10'ê Gulanê roja Duşemê saet di 16:30'ê de li Breslauer Platz Koln (Pişt HBF) bi beşdariya sazî û rewşenbîrên Kurdistanî û Tirkiyeyê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" civîna çapemeniyê bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê bang li Kurdistanî, nûnerên sazî û partiyên Tirkiyeyî, hunermend û rewşenbîran hate kirin ku tevlî civîna çapemeniyê bibin.