KCDK-E û NAV-DEM:  Em berxwedanê geştir bikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê û NAV-DEM’ê çalakvanên çalakiya ji bo Efrînê silav kir û banga geşkirina berxwedanê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê û NAV-DEM’ê çalakvanên çalakiya ji bo Efrînê silav kir û banga geşkirina berxwedanê kir.

KCDK-E’yê got ku, “Sed hezar kesên ku li cîhanê daketin qadan,  di navbera Efrîn, Avrûpa, Avûstralya û Kanadayê pirên berxwedanê ava kirin. Di 27’ê Çileyê de Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyên xwe cîhan kirin Efrîn.

Bi taybetî meşa li Kolnê ya ji bo Efrînê, di hemû meşan de çalakvan bi giyanê berxwedanê yê li Efrînê re bûn yek. Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûr-Siryan, Ermen û Elewiyên li Ewrûpayê diyar kirin ku ew ê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê bêdeng nemînin. Di van meşan de peyamên gelekî zelal û eşkere ji cîhanê û saziyên navneteweyî re hatin dayîn.

Divê were zanîn ku piştgiriya ji bo Erdogan tê wateya piştgiriya ji bo çete û DAÎŞ’ê. Divê roj berî rojekê ev hevkariya bi Erdogan re bi dawî bibe.”

KCKD-E’yê meşên li hemû derê hatine lidarxistin û xwepêşander û çalakvanên van meşên li her dera Ewrûpayê silav kir û bang kir ku heta encam werin bidestxistin divê ev berxwedan geştir û zêdetir bibe.

NAV-DEM’Ê BEŞDARÊN MEŞA KOLNÊ SILAV KIR

NAV-DEM’ê jî derbarê mijarê daxuyaniyek da.

NAV-DEM’ê bi deh hezaran kesên ku tevlî meşa Kolnê ya Elmanya bûbûn, silav kir.

NAV-DEM’ê got 27’ê Çile ya 2018’an li Kolnê meşeke dîrokî pêk hatiye lê polîsên dewleta Elmanyayê li Kolnê êrîş bi ser çalakiyê de anîn û bi vê nîşan daye ku Elmanya çendî ji nirxê heq, dadmendî, demokrasî û azadiyê dûr e.

NAV-DEM’ê bi bîr xist piştî rexne û zexta raya giştî ya ji ber sedema ku tangên Leopar di êrîşên dagirker de, ên bi ser Efrînê de têne bikaranîn, dewleta Elmanyayê neçar maye ku peymana nûjenkirina tangan betal bike lê dîsa jî dewleta Elmanyayê ji ber sedema têkiliyên xwe yên gemarî yên bi Tirkiyê re dev ji polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan neqeriyaye û bi hesasiyeta dewleta Tirk li derveyî mantiqa hiqûqê û li derveyî rêbazên mirovî êrîş bi ser meşê de aniye, weke meşa 4’ê Mijdara 2017’an a li Dusseldorfê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hêncet û êrîş bi ser gel de aniye.

NAV-DEM’ê ev nêzîkatiya dewleta Elmanyayê şermezar kir, got dewleta Elmanyayê bi vê hişmendî û nêzîkatiya xwe jê we ye wê bikaribe bike ku Kurd bi paş ve gav bavêjin lê vê meşa dawî ya bêhempa nîşan daye ku ev helwesta gel geştir dibe.

NAV-DEM’ê herî dawî got, ‘Em vê kirina dewleta Elman a li Kolnê qebûl nakin. Li dijî vê em ê têkoşîna hiqûqî û civakî bikin’ û spasî da hemû beşdarên meşa duh.