KCDK-E: Serdegirtin bi daxwaza Erdogan tên kirin

KCDK-E serdegirtina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Bîelefeldê şermezar kir û got, "Polîtîkaya Elmanyayê ya ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan bi kêrî Erdogan ê dîktator tê."

Nerazîbûna li serdegirtina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelefeldê ku duh danê sibehê polîsên Elman avêtibûn ser, dewam dike. Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku bêhiqûqiya hikumeta Elman a li saziyên Kurdan dike, bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê re zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi hinceta al û wêneyan doh danê sibehê bi ser NCDK a Bîelefeldê hatiye girtin û belasebep al, wêne û pirtûk hatine desteserkirin.

SERDEGIRTIN BI RÊBAZÊN ERDOGAN TÊNE KIRIN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mîna serdegirtina li komeleyên Hannover û Heîlbronnê, serdegirtina li Bîelefeldê jî bi rê û rêbazên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hate kirin û bi awayekî nehiqûqî zextên siyasî hatine kirin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Elmanya li ser daxwaza Erdogan ê dîktator, ji bo hevdana delîlan diavêje ser sazî û malên siyasetmedarên Kurd.

Hikumeta Elman ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan, bi binpêkirina hiqûqê re mîna biryarnameyên Erdogan ê dîktator, bêyî delîlan bi rêbazên ne qanûnî tevdigere. Bi rengê korsanî diavêjin ser komele û malên rêveberan. Eşkere ye ku ev serdegirtin siyasî ye û bi daxwza Tirkiyeyê tê kirin. Hikumeta Elman bi vê helwesta xwe re ne kêmî dewleta Tirk zextan dike."

ARMANC VEŞARTINA SÛCÊN AKP'Ê YÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E diyar kir ku bi navê qedexeya li ser PKK'ê, reng, al û nirxên çandî yên gelê Kurd dibin hedef û bi bîr xist ku ev zext û zordarî xwe li hemberî parvekirinên li medya civakî jî nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Efrînê û gelemperiya Kurdistanê bi panzerên Elman li dijî mirovahiyê sûc hatine kirin û hate gotin, "Bi rêya van zext û zordariyan tê xwestin, kiryarên AKP-MHP'ê yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ku piştevanê DAÎŞ'ê ne, veşêrin û pêşî li sempatiya gelê Elman a ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê bigirin. Em bang li Kurdistanî û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî zextên dewleta Elman bi rengekî demokratîk û hiqûqî têbikoşin. Di serî de gelê xwe yê welatparêz em bang li her kesî dikin ku destekê bidin navendên civaka Kurd û xwedî li wan derkevin."