Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), mirovên di komkujiya Madimakê ya 2'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, zîhniyeta ku li Madimakê komkujî kir, îro li ser desthilatdariyê ye.
Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E wiha ye:
"Beriya niha bi 25 salan li Otela Madimakê ya Sêwasê 33 can hatin şewitandin û kuştin. Ev komkujiya namerdî ku ne kêmî tarîtî û hovîtiya serdema navîn e, mîna Roboskî ji bîra mirovan neçûye. Me ev zîhniyeta tekparêz li Koçgirî, li Dersimê, li Agiriyê, li Zîlanê, li Çorûmê, li Mereşê, li Roboskiyê dît. Dewlet ji bo zîhniyeta xwe ya tekparêz li ser nasname û baweriyên cuda ferz û serwer bike, ya bi xwe, ya jî bi destê keriyê xwe yên kujeran komkujiyan dike, ya jî dide kirin."
DEWLET BERPIRSYAR E
Mîna komkujiyên weke wê, berpirsyarê komkujiya Madimakê jî dewlet bi xwe ye. Ev komkujiya hovane, ji her alî ve operasyoneke dewletê ye. Wê rojê ne emniyetê, ne jî hêzên çekdar ên Tirk bi saetan dest li rewşê wernedan û bi vî rengî destûr dan komkujiyê.
Komkujiya Madimakê weke operasyoneke dewletê ya plankirî bi cih hate anîn. Kujerên komkujiyê her çend çeteyên ji mejiyê DAÎŞ'ê jî bin, ya ku plan kir û bi cih anî, dewleta tekparêz e. Serokkomarê wê wextê Demîrel heman piştî komkujiyê ji rûspiyekî Elewî re got, 'Em naxwazin ku Elewî xwe bigihînin Kurdan'. Vê gotinê her tişt raxist pêş çavan. Bi gotina 'Ji bo vê me li MGK'ê nîqaş kir û ji bo astengkirinê biryar dan' gef xwar.
DIVÊ EM TÊKOŞÎNA HEVPAR GEŞ BIKIN
Ji ber vê yekê, ji bo komkujiya Madimakê were fêhmkirin û hesabê wê bê pirsîn, girîng e hemû nasname û baweriyên ku ji aliyê zîhniyeta tekparêz ve hatine tirsandin, bi rengekî hevpar têbikoşin. Di serî de Kurd û Elewî, girîng e hemû nasname û baweriyên cuda, demokrat û şoreşger, li dijî xwediyê zîhniyeta tekparêz a 24'ê Hezîranê dest danî ser desthilatdariyê, li dijî AKP-MHP'ê, li dijî Erdogan ê dîktator, eniya azadî, wekhevî û demokrasiyê ava bikin û têkoşîna hevpar geş bikin.
Ev mejiyê paşverû piştî 25 salan jî bi heman rengî komkujiyan dike. Bi zîhniyeta faşîst a tekparêz re dagirkeriyê, asîmîlasyonê û înkarê dike û bi vî rengî sûcên xwe zêde dike. Desteka ku li Rojhilata Navîn dide kom, çete û kujerên cîhadîst, êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê vê rastiyê radixin pêş çavan.
Bi navê KCDK-E, em hemû canên di komkujiya Madimakê de beriya 25'an jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û têkoşîna wan bi biryardarî bidomînin. Em, ên ku fermana komkujiyê dane û bi cih anîne bi tundî şermezar dikin. Heta ku hesab ji zîhniyeta kujer bipirsin em ê têkoşîna xwe bidomînin."