KCDK-E ji bo meş û mîtînga li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E: Em komploya navneteweyî li Strasboûrg û Mîlanoyê şermezar bikin.
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E: Em komploya navneteweyî li Strasboûrg û Mîlanoyê şermezar bikin.
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, wê di salvegera 18. de li Ewropa û gelemperiya cîhanê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve bê şermezarkirin.
Meşa şermezarkirinê ya 11'ê Sibatê li Strasboûrgê bê lidarxistin, wê ji ber Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê dest pê bike û li Place Des Vanneûaxê veguhere mîtîngê. Îsal her wiha wê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, dostên Ocalan û gleê Kurd wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meş û mîtîngeke taybet lidar bixin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo xwepêşandanên li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E de hat gotin: "Serok Abdullah Ocalan ku li Kenyayê di kemîneke namerdî de ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, ev 18 sal in di hucreya şexsekî de li ber xwe dide. Tevî vê sekna Serok Abdullah Ocalan, komplo hê jî bi rêbaz û şêweyên cuda dewam dike.
Şoreşa Rojava, serketina Kobanê, berxwedana bajarên Bakur û têkoşîna şoreşê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd li çar aliyên cîhanê dimeşîne, ji gelek aliyan ve komplo pûç kirine û ji hingî heta roja îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn derfetên mezin ên demokrasî û azadiyê afirandine.
Lê belê van hêzên navneteweyî, tevî rêveberî û hevkarên xwe yên faşîst, dîktator û teokratîk ên li Rojhilata Navîn bi dewleta Tirkiyeyê re hewldanên xwe yên komplogeriyê dewam kirin û her ku firsen dîtin hewl dan li dijî tevgera me û gelê me komployan bikin.
Dewleta Tirk, komplo û pratîka xwe ya sûc a li dijî tevgear me û gelê me, di nava du salên dawî de kûrtir kir, ev yek veguherand pirsgirêka man û nemanê û herî dawî bi konsepta guhertina destûra bingehîn re hewl da bingeha destûra bingehînî ji vê komployê re amade bike. Bi rejîma faşîst a dixwaze ava bike re, hewl dide komploya 15'ê Sibatê di asteke bilindtir de li dijî gelê me û Serok Abdullah Ocalan bimeşîne.
EM Ê TI CARÎ RÊ NEDIN KOMPLOYEKE NÛ
Gelê Kurd, dostên gelê Kurd û mirovahiya pêşverû wê ti carî destûrê nedin komployeke nû. Gelê Kurd û gelên bindest wê Şoreşa Rojava biparêzin, Kobanêyan zêdetir bikin, li Bakur berxwedanên nû yên bajaran pêk bînin, li Reqa, Mûsil, Kerkûk û hemû herêmên Rojhilata Navîn derfetên nû bafirînin û bi vî rengî hem komploya 15'ê Sibatê pûç bikin, hem jî destûrê nedin pêkhatina komployeke nû.
Em di 11'ê Sibatê de Strasboûrg û Mîlanoyê veguherînin bajarên azadiyê yên Serok Abdullah Ocalan.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku di 11'ê Sibatê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê û bajarê Mîlano yê Îtalyayê li hev bicivin û wê rojê bikin serhildaneke mezin a azadiyê.
Em di wê rojê de, hemû hêzên navneteweyî û saziyên rola xwe di dîlgirtina Serok Abdullah Ocalan de hene, careke din lenet bikin, careke din şermezar bikin û careke din bi dengekî bilind daxwaza azadiya Serok Abdullah Ocalan bînin ziman. Em wê rojê reş girê bidin û ji bo Serok Abdullah Ocalan rabin ser piyan, dakevin qadan û bi çalakiyan hesab ji komplokeran bipirsin. Wê rojê, jin, mêr, zarok, ciwan em li dora Serok Abdullah Ocalan xelekek ji berxwedanê ya mezin ava bikin û careke din lenetê li komplokeran bînin.
Bi meş û mîtîngên xwe yên 11'ê Sibatê re em hêzên komploker ên navneteweyî şermezar bikin. Hem ji bo destûr ji komployên nû re neyê dayîn, hem jî li ber faşîzma Recep Tayyîp Erdogan rabin, em bi dengekî bilind bêjin 'NA'."