KCDK-E ji bo merasîma cenazeyê Ethem Xemgîn banga tevlîbûnê kir

KCDK-E bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî merasîma cenazeyê Ethem Xemgîn bibe û got, "XemgÎn yek ji rewşenbîrên kêm hatiye dîtin e ku bi lêkolînên xwe tevlî têkoşîna gelê xwe bûye."

Dîwana Hevserokatiyê KCDK-E li ser wefata lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn ku bi lêkolînên xwe yên li ser Elewîtiya li Kurdistanê, dîroka Kurdistanê, baweriya Mazda, Zerdeştî û Mîtolojiya Kurd hate naskirin, çû ser dilovaniya xwe."

KCDK-E diyar kir, Xemgîn ji bo ronîkirina dîroka hemdem a Kurdistanê gelekî fedakarî kir û got, "Ethem Xemgîn bi jiyan û têkoşîna xwe nîşanda ku 'rewşenbîritiya li Kurdistanê divê çawa be'. Yek ji wan rewşenbîrên hatiye dîtin e ku bi kar û lêkolîna xwe tevlî têkoşîna gelê xwe bûye."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Xemgîn û gelê Kurdistanê re hate xwestin û bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî merasîma cenazeyê Xemgîn bibin.

Li gorî daxuyaniya KCDK-E dem û cihê merasîmê wiha ye:

Dem 1'ê Mijdara 2018
Saet: 12:00
Cih: Eurosaal / Vitalisstraße 308, 50829 Köln