KCDK-E'yê hikumeta Norwêcê şermezar kir

KCDK-E'yê hikumeta Norwêcê şermezar kir ji ber ku Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) hikumeta Norwêcê şermezar kir ji ber ku siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir.

KCDK-E bi bîr xist ku siyasetmedara jin û aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr doh bi lez û bez ji aliyê hikumeta Norwêcê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got, "Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Gulîzar Taşdemîr, sala 2015'an ji bo mafê penaberiyê serî li Norwêcê da, lê belê dewleta Norwêcê qanûnên penaberiyê yên navneteweyî ji nedîtî ve hat, daxwza wê red kir û jê xwest ku welêt biterikîne.

Taşdemîr ku nekarî vegere welatê xwe û gef li jiyana wê dihate xwarin, ji bo mafê penaberiyê serî li Elmanyayê da, lê belê li wir jî hate redkirin û ji nû ve li Norwêcê hate vegerandin. Gulîzar Taşdemîr şeva 2'ê Tîrmehê bi zora polîsan ji kampa lê dima radestî Norwêcê hate kirin û piştî dadgeheke lez û bez a ji 12 saetan dest û lingên wê hatin girêdan û radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Dewleta Norwêcê li gorî xala 'ewlekirina jiyana mirovan' a di qanûna penaberan a navneteweyî de cih digire tevnegeriya û bi vî rengî sûc kir. Her wiha ji be rşerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi milyonan mirovî li Ewropayê ji bo mafê penaberiyê serlêdan kirine.

Siyasetmedar jin a Kurd û aktîvîst Gulîzar Taşdemîr jî yek ji van e. Siyaseta qirêj a ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê dema dawî li ser siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê bi hêzên navneteweyî re dike, li pêş çavan e. Dewleta Norwêcê jî serê xwe li ber van polîtîkayên faşîst ên Erdogan tewandiye."

KCDK-E destnîşan kir ku Norwêc penaberên ji şerê li Rojhilata Navîn reviyane radestî kujerê wan dike ^ubi vî rengî dibe şirîkê şer û siyaseta qirêj a li dijî Kurdan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Norwêc jî tevlî polîtîkayên girtin, dersînorkirin, bisînorkirina jiyanê û krîmînalîzekirina siyasetmedarên Kurd bûye û hate gotin, "Em weke KCDK-E û TJK-E şermezar dikin ku siyasetmedara jin a Kurd û aktîvîst Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Em ji jiyana Taşdemîr bi fikar in."

KCDK-E û TJK-E bang li meclîs, pêkhate û dostên xwe kirin ku ji 5'ê Hezîranê û pê ve li ber konsolosxaneyên Norwêcê çalakiyên protestoyî bikin.