KCDK-E: Em bi xurtî tevlî grevên birçîbûnê bibin

KCDK-E bang li Kurdistaniyan kirin ku li her devera lê ne, bi xurtî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bibin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li êşkencexaneya Îmraliyê zêdeyî 20 sal in di nava tecrîdê de li ber xwe dide. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Du salên dawî, ne malbat, ne jî parêzer nikarin wî bibînin. Bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Dewleta Tirk ji bêdengiya CPT, Konseya Ewropayê û saziyên din ên navneteweyî cesaretê digire û bi rengekî bê perwa tecrîdê giran dike. Dewleta Tirk, li gel şidandina tecrîda li Îmraliyê, komkujiyên xwe yên li Kurdistanê û zextên li mûxalîfên li Tirkiyeyê zêde dike.

Welat kiriye mîna girtîgehekê ku rewşenbîr, mûxalîf û her kesên li dijî sîstemê ne lê hatine zindanîkirin. Zext û êrîşên çavsorane yên rejîma faşîst a li Tİrkiyeyê, ji bo tepisandina mûxalefeta civakî ye. Bi tundiyê bersivê dide nerazîbûna li tecrîdkirina Birêz Ocalan û girtiyên siyasî. Ewropa jî xwe ker û lal dike û bi vî rengî destekê dide polîtîkayên kujer û zordar ên rejîma faşîst a Tirk.

Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê, ji bo qedandina tecrîdkirina birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di navbera 6 û 21'ê Kanûnê de wê li Ewropayê grevên birçîbûnê dest pê bikin û bi rengekî girseyî bidomin. Bi rêya van çalakiyên girseyî, em ê li ber polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya rejîma Tirk a faşîst rabin. Ji bo em bang li raya giştî ya Ewropa û tevahiya cîhanê bikin, grevên me yên birçîbûnê wê li hemû welatên Ewropayê, li Kanada û Awûstralyayê pêk werin û heta encamekê bi dest bixin, em ê bidomînin. 15 û 22'ê Kanûnê jî bi heman armancê em ê li ser asta welat û eyaletan meş û xwepêşandanan organîze bikin.

Bi navê KCDK-E'yê, em bang li navend û pêkhateyên xwe, gelê xwe yê welatparêz, hêzên şoreşger, demokrat, rewşenbîr û mûxalîf dikin ku di navbera 6 û 21'ê Kanûnê de li hemû welatên Ewropayê, Kanada, Awûstralya û Japonyayê bi xurtî tevlî grevên birçîbûnê yên bi dorveger bibin û bi serdanên xwe, xwedî li çalakiyan derkevin."