KCDK-E: Divê Newroz bi rê û rêbazên afirîner bê pîrozkirin

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang kir, ku ji ber şewba vîrûsa koronayê, Newroz bi rê û rêbazên afirîner bê pîrozkirin.

KCDK-E'yê şehîdên Newrozê bi bîr anî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê berxwedêr, gelên herêmê û mirovahiyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pîrozbahiyên Newrozê ku me yê li ser bingeha yekîtiya neteweyî îsal pêk bianiya, ji ber şewba vîrûsa koronayê li şûna pîrozbahiyên giştî, divê em bi komên biçûk li her malê û li her deverê pêk bînin."

KCDK-E'yê bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê ku li cîhanê belav bûye û diyar kir, ji ber vê yekê jî Newroz divê bi rê û rêbazên cuda yên afirîner li her deverê bê pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber ku pîrozbahiyên girseyî wê bandoreke neyînî li tenduristiya mirovên me bike, li şûna çalakiyên bi vî rengî, wê bi kom û çalakiyên cuda yên ku zirarê nade tenduristiya mirovan wê bê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de her kes dikare li şaneşîn û camên mala xwe afîşa 'Newroz pîroz be' daliqîne, rengên neteweyî hildin, lampeyên li malê vêxin û vemirînin, sirûdên me bixwînin û bi nîşaneyên Newrozê pîrozbahiyê bikin."