KCDK-E: Divê her kesên bi rûmet tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê bibin
KCDK-E destnîşan kir ku her kesên bi rûmet divê tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê yên ji bo Efrînê bibin
KCDK-E destnîşan kir ku her kesên bi rûmet divê tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê yên ji bo Efrînê bibin
Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E), li ser çalakiyên 3'ê Sibatê yên li gelek welatan ku wê ji bo Efrînê werin lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî Efrînê, êrîşeke dijminatiya li Kurdan e ku li dijî hemû destketiyên gelê Kurd tê kirin û hat destnîşankirin, têkoşîna bi pêşengiya jinê tê dayin wê heta serketina Efrînê bidome.
KCDK-E işaret bi çalakiyên 27'ê Çileyê yên li gelemperiya cîhanê kir û got, "Xuya ye dengê bi sed hezaran kesî yên xwedî li Efrînê derketin têrê nekir ku bêdengiya cîhanê bişikê, ya jî hêzên ku biryarê didin guhê xwe li vî dengî girtin û polîtîkayên xwe yên qirêj didomînin.
Li dijî qirkirina ku dewleta Tirk li Efrînê dike, divê em bê sekin, şev û roj çalakiyan li dar bixin. Heta ku qirkirina li Efrînê biqede, divê em li Ewropayê û çar aliyên cîhanê berxwedana xwe bidomînin ku dengê xwe bidin bihîstin. Heta ku cîhan li pêşberî vê qirkirinê bêdeng be, divê em li gelemperiya cîhanê bi taybetî li Ewropayê berxwedana gel a serdemê nîşan bidin. Bi vî ruhî û berxwedanê, divê her roj bi hezaran, bi deh hezaran kes dakevin qadan."
Di daxuyaniyê de bang li hemû Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Elewî, Êzidî, Misilman, Xiristiyan, mirovên pêşverû û her kesên xwedî rûmet hate kirin ku tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê bibin.
Li ser cihê ku çalakî werin lidarxistin jî ev agahî hatin dayin: Frankfûrt, Gîessen, Maînz, Stûttgart, Heîlbronn, Bodensee, Freîbûrg, Mannheîm, Nurnberg, Munchen, Ûlm, Dortmûn, Dusseldorf, Hannover, Berlîn, Kassel, Sachsen, Hambûrg, Bremen, Oldenbûrg, Salzgîtter, Bakurê Fransayê, Başûrê Fransayê, Rennes, Bordeaû, Lyon, Strasboûrg, Swîsre, navenda Stockholmê, Goteborg, Norwêc, Fînlandiya, Danîmarka, London, Galler, Skoçya, Îrlanda, Viyana, Lînz, Tîrol, Graz, Belçîka, Hollanda, Îtalya, Japonya, Kanada û Awûtralya."