KCDK-E: Di 26’ê Gulanê de em ji bo Efrînê dakevin qadan

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê li dijî dagirkeriya Efrînê bang kir ku gel bila di 26’ê Gulanê de dakeve qadan.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî dagirkeriya li Efrînê daxuyanî da.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir, “Bloka faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî Kurdistanê dike û pêre Efrîn dagir kir û li pêş çavên cîhanê Efrîn talan kir.AKP-MHP ji ber ku ji vê modela rojava ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse, şerê li dijî Kurdan kûrtir dike. Di serî de alîkariya Rûsyayê û bêdengiya welatên din rê li ber dagirkeriya Efrînê vekir û qetlîama li Efrînê erê kirin. Di heman demê de îro li hemberî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê jî bêdengî didome.

Em ji bo xwedîlêderketina têkoşîna Efrînê û gelê Efrînê di 26’ê Gulanê de dadikevin qadan. Em bang li hemû gelê xwe û pêkhateyên Platforma Efrînê dikin ku xwedî li çalakiyan derkevin. Di heman demê de em bang li gelê xwe dikin ku di 21’ê Gulanê de saet di 20.00’an de bi hashtaga ‘Global Day of Action against the Turkish invasion in Kurdistan'ê tevlî çalakiya me bibin.”